DEWLETA TIRK JI CENAZEYÊN ŞEHÎDAN JÎ DITIRSE
BI SALAN LI GORISTANÊN BÊKESAN RADIWESTÎNE Û NADE MALBATÊN WAN
24’ê Tîrmeha 2015’an dewleta Tirk pîlana xwe ya çokdanînê bi şerê li dijî gelê Kurd xist meriyetê.
Ji wê rojê ve li tevahiya Kurdistanê şerekî giran ê manûnemanê heye.
Bi sedan gerîlayên HPG û YJA-Starê, şervanên YPS û YPS-JIN’ê bi awayekî canbexşane şer kirin û bûn lehengên nemir ên welatê xwe.
Dagirkeriya Tirk cenazeyên şehîdan li goristanên bêkesan veşartine û bi salan nade malbatên wan.
Hevserokê Komeleya Çand û Yekîtiyê, ya piştgiriya bi Malbatên Windakiriyan re a li Dergûşa Şaristiyan Şêxmûs Karadag têkildarî vê mijarê axivî.
Şêxmûs Karadag diyar kir, ku encama testa DNA’yê di 24 saetan de diyar dibe.
Şêxmûs Karadag da zanîn, ku li hin goristanan di gorekê de 3 cenaze hatine veşartin.
Hevserokê Mebya-Derê bang li malbatên şehîdan kir, ku ji bo têkoşîna huqûqî û wergirtina cenazeyan serî li saziya wan bidin.