Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Dewleta Tirk hejmara kuştiyên xwe vedişêre, lê Gerîla TV bi dîmenan derewa wê derdixe holê

 

DEWLETA TIRK HEJMARA KUŞTIYÊN XWE VEDIŞÊRE
GERÎLA TV BI DÎMENAN DEREWA WÊ DERDIXE HOLÊ

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji şeva 23’yê Nîsanê ve li dijî tevgera dagirkirina Zap, Metîna û Avaşînê ya dewleta Tirk şerekî giran dikin.

Artêşa dagirker di vî şerî de derbên giran dixwe, gerîla bi rê û rêbazên nû teknîka wê ya şer pûç dike.

Ji ber vê yekê serî li derewan, şerê taybet û psîkolojîk dide.

Nîşaneya herî berbiçav hejmara kuştiyên wê ye.

Li gorî daxuyaniyên HPG’ê zêdetirî 150 dagirker heta niha li Zap, Metîna, Avaşîn û Heftanînê hatine kuştin.

Lê ew ji sedî yekê vê hejmarê jî eşkere nake û vedişêre.

Gerîla Tv jî bi dîmenan vê derewa wê derdixe holê.

Mînaka herî zelal çalakiyên 26’ê Nîsanê yên li Zap û Avaşînê ne.

Wezareta Parastinê ya dagirkeriya Tirk ji bo wê rojê tenê du kuştiyên xwe yên bi navê Mustafa Çalim û Mehmet Kivik ragihandine.

Lê rastiya di daxuyaniyên HPG’ê de gelek cûda ye.

Li gorî daxuyaniyan, tenê wê rojê an go 26’ê Nîsanê 38 dagirker li Zap, Avaşîn, Metîna hatine kuştin.

Gerîla Tv jî du çalakiyên li Zap û Avaşînê yên wê rojê belge kirin.

Yek jê ya li Girê Şehîd Serxwebûn ê Zapê bû.

Di vê çalakiyê de 8 dagirker hatin kuştin û bi zelalî ev yek di dîmenê gerîla Tv de xuya dike.

A din jî çalakiya li Girê Piramîd ê Avaşînê bû.

Li vir jî 4 dagirker hatin kuştin û kuştiyên eskerên Tirk di dîmenan de tên dîtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv