Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk girtiyên nexweş terkî mirinê dike

 

DEWLETA TIRK GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ DIKE
BI HINCETÊN BÊBINGEH CEZAYÊN NÛ LI GIRTIYAN DIBIRIN

Li zindanên dewleta Tirk bi qasî 600 girtiyên nexweş ên nikarin jiyana xwe bidomînin hene û nêzî hezar girtiyên nexweş jî ji ber nayên tedawîkirin rewşa wan xirabtir dibe.

Ramazan Durmaz’ê 33 salî yê li girtîgeha Tekirdaxê ye, yek ji wan girtiyan e.

Daraza Tirk sala 2010’an de ew daye girtin û 17 sal ceza lê biriye.

Ji ber rewşa neyinî ya girtîgehê her du qurçikên wî naxebitin û hestiyê serê wî ji ber derba fîşeka xazê xisar lê bûye.

Birayê Ramazan Durmaz , Mahsum Durmaz têkildarî rewşa wî ev agahî dan:

Kekê min divê hefteyê 3 roj bikeve diyalizê û hewcedariya wî bi neqla qurçikan heye.

Lê daxwazên me yên di vî warê de nayên qebûlkirin.

Saziya Edlî Tibbê jî rapor da û îdîa kir ku ti astengî nîne ku li girtîgehê bimîne.

Cezayê xwe xelas kir û em li bendê bûn ku were tehliye kirin, 6 meh berî derkeve, ji ber sedemeke bêbingeh înfaza wî hatiye şewitandin.

Ev bêwîjdanî ye, jixwe diviyabû berî salekê bihata berdan da ku li derve bihata tedawîkirin.

GIRTIYÊ NEXWEŞ BEKIR GUVEN 98 JI SEDÎ ASTENGDARE
JIYANA BEKIR GUVEN GIRÊDAYÎ RAPORA TIBA EDLÎ YE

Girtiyekî din ê bi navê Bekir Guven jî di heman rewşê de ye.

Bekir Guven ji ber ku li ser tora înternetê fikrê xwe aniye ziman 22 meh ceza lê hatiye birrîn.

Guven ji 98 ji sedî astengdare û ew rakirine nexweşxaneyê.

Hevjîna wî Rukiye Guven diyar kir ku ” doktorên pispor rapora ‘li girtîgehê nikare bimîne’ danê.

Lê ev bê qebûlkirin jî, ji bo bê berdan divê Edlî tiba girêdayî dewletê heman biryarê bide.

Dixawazin Bekir bi ringê bibin lê ev ji bo tenduristiya wî ne guncave.

Ev zilme! Wekî Bekir bi hezaran mirov di girtîgehan de tên hiştin, ev nayê qebul kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv