Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk Garîbe Gezer Kuşt

 

Dewleta Tirk li zîndanê jineke Kurd a têkoşer kuşt.
Garîbe Gezer a beriya niha hatibû êşkence û tecawizkirin, li zîndana Kandira hat kuştin.
Jinan îro cenazeyê wê bi dirûşmeya “şehîd namirin” ji Kocaeliyê girtin û birin Mêrdînê.

DEWLETA TIRK GARÎBE GEZER KUŞT:
JINAN BI SLOGANA “ŞEHÎD NAMIRIN” CENAZEYÊ WÊ JI KOCAELIYÊ GIRTIN.

Garîbe Gezer 3’ê Adara 2016’an hatibû girtin û herî dawî li zîndana Kandira di hucreya yekkesî de dihat ragirtin.

Garîbe ji bo derbasî odeya 3 kesî bibe ket nava çalakiyan û têkoşînek mezin kir.

Lê li vir gelek caran hatibû eşkencekirin û ji aliyê gardiyanan ve hatibû tecawizkirin.

Garîbeya ku tevî wê êşkenceyê serî netewand, herî dawî 10’ê Miojdarê bi rêya parêzeran xwetibû dengê wê were bihîstin.

Rêveberiya girtîgeha dewleta tirk doh li malbata wê geriya û got: keça we întihar kiriye.

Lê ji ber ku di hucreyê de dihat ragirtin, beriya niha hatibûn êşkence û tecawizkirin gumana ku li zîndanê hatiye kuştin zêdetir e.

Xwişka wê Asya Gezer jî got, ez qet bawer nakim, ku xwişka min xwe kuştibe teqez rêveberiya girtîgehê ew kuştiye.

Asya Gezer diyar kir, ku ew 16’ê Mijdarê bi Garîbe re axivî ye û got: ji min re got “moralê min baş e.”

Xwişka Garîbe da zanîn, ku 20 cezayên hucreyê lê hatibûn birîn û got, dema min ji rêveberiya girtîgehê re got, ez ê giliyê we bikim, wan jî got “dema tu hatî vir em ê biaxivin.”

Li gel wê şevê dagirkeriya Tirk beyî malbat û parêzeran otopsiya Garibe Gezer jî bi lez û bez kirin.

Parêzerên wê jî nerazîbûn nişanî ve yekê dan û gotin; Bêyî parêzeran kirina otopsiyê di salên 90’de nebû.

Her wiha gotin di hucreya ku Garibe lê dihat ragirtin de butona lezgîn hatiye betalkirin.

Jinan tevî zext û gefên êrişê jî cenazeyê Garîbe Gezer serê sibê ji nexweşxaneya dewletê ya Kocaeliyê wergirtin.

Polîsên dewleta Tirk xwe li xwedîderketina li cenaze ranegirtin û gef li jinan xwarin.

Jinan Cenazeyê Garîbe Gezer ji Stenbolê wergirt û berê xwe dan navçeya Mêrdînê Kerboranê.

DEWLETA TIRK GARÎBE GEZER KUŞT:
FATMA KURTULAN: JI MIRINA WÊ HIKÛMET Û RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ BERPIRSYAR E.

Di serî de siyasetmedar hemû jin ji mirina Garibe hikûmet û rêveberiya girtîgehê berpirsyar girtin.

Parlementer Fatma Kurtulan diyar kir divê berpirsyar di demek herî nêz de bên darizandin.

Fatma Kurtulan daxuyakirin ku ew ê nehêlin jin li zindanan werin çewisandin û hesab bipirsin.

Li ser medya dijîtal jî jinan nerazîbûnek tund nîşanî hişmendiya mêr-dewletê dan.

Jinan soza bilindkirina têkoşînê dan û gotin; ew ê ji hemû zalim û îşkencekaran hesab bipirsin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv