ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ
DAGIRKERIYA TIRK ÊRIŞÎ HERÊMÊN XWESER DIKE
Artêşa Tirk a dagirker ji gundên Toxar Sixîr û Qerateyê bi çekên giran bombeyan li gundê El Cat ê li bakurrojhilatê Minbicê barandin
Di encama êrişan de xirarên madî çêbûn. Li dijî êrişan xelkên li gundê El Cat dimîne nerazîbûn nîşan da.
Gundiyan diyar kir ku heke Amerîka û Rûsya destûrê nedin dagirkeriya tirk, ew nikare van êrişan bike.
Li aliyê din li gorî nûçeya ku ajansa Hawarê belavkirin;
Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê geriyane.