DEWLETA TIRK DÎSA ÊRIŞÎ ŞENGALÊ KIR
NEXWEŞXANE Û GUNDÊ SIKÊNIYÊ GELEK CARAN HATIN BOMBEKIRIN
Dewleta TIrk a dagirker îro piştî nîvro gundê Sikêniyê yê li Başûrê Çiyayê Şengalê bi balafirên xwe bombe kir.
Hem navenda gund hem jî nexweşxaneya wî 3 caran hatin bombekirin.
Piştî bomberdimanê xelkê herêmê xwest bi hawara birîndaran ve biçe.
Dewleta Tirk careke din hovîtiya xwe nîşan da û ji bo xelk neçe bi hawara birîndaran ve bomberdiman dewam kir.
Dîsa jî xelkê herêmê xwe gihand nava gund û ev dîmenê encama hovîtiya dagirkeriya Tirk derket holê.
Hevalê me Îbrahîm Êzîdî jî di nava xelkê herêmê de bû û agahiyên pêşî ji gundê Sikêniyê ragihandin.
Heta niha encama zelal a vê êrişa hovane nehatiye eşkerekirin.
Lê belê hevalê me Îbrahîm Êzîdî radigihîne ku şehîd û birîndar hene.