Li bejahiya taxa Pirejmanê ya navçeya Pîranê ya Amedê ku artêşa Tirk 1’ê Hezîranê lê dest bi opoerasyonê kir, li qada daristanî şewat derket. Şewat di roja 8’an de bi bandora bê gihîşt gundê Çevrecîk û Bahçekapi yên navçeya Arica ya Xarpêtê. Ji ber şewata ku 13 rojan dewam kir qada daristanî ya li Çiyayê Gorse bû xwelî.

Leşkeran quntarê Çiyayê Dorşînê dan ber agir. Şewata li vê herêmê bi rojan dewam kir. Darên li herêman Şenyaylayê hatin birîn bi qemyonan ji herêmê hatin birin, ku dîmenên wê li çapemeniyê hate weşandin.

SUVERAN Û KOYÊ SPÎ BI ROJAN ŞEWITÎN

 

Li herêma Suveran a navçeya Dara Hênê ya Çewlikê, şewata ku ji aliyê leşkeran ve hate derxistin bi bandora bê li gundên Gaz, Şêxîsmaîl, Xodan, Sogûkpinar û Doşekkayayê belav bû. Şewatê bandor li 20 gundên li derdorê kir. Ji ber vê şewata ku 5 rojan dewam kir qada ku weke mintiqeya Koyê Spî tê naskirin bi giranî şewitî. Şewat gihîşt Xereba û Avnikê. Ji kîso heta jîjo, ji kewê gozel heta bi kîvroşkan gelek heywan mirin, bax û baxçeyên gundiyan şewitîn.

LEŞKERAN RÊ NEDAN GUNDIYAN

Li navçeya Xozadê ya Dersimê şewata li qada Amutka ya nêzî gundê Koçkozlûcayê piştî êrişa leşkerî li qada daristanî şewat derket. Di vê şewatê de ku 6 rojan dewam kir qadek ji 5 hektarî şewitî. Xelkê herêmê xwest şewatê vemirîne lê leşkeran nehiştin. Şewata li Alîbogazi û Pulurê bi rojan dewam kir.

Li Colemêrg, Bedlîs, Mêrdînê jî ji ber êrişên leşkerî şewat derket û di encamê de bi hezaran donimî qada çandinî û daristanî şewitîn.

LI 60 GUNDÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Di êrişên dagirkeriyê de yên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê, dar hatin birîn, gund hatin valakirin, xisar li bax û baxçeyên gundiyan bû. Ji ber zêdebûna nerazîbûna raya giştî Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê Hakan Karaçay bi Alîkarê Serokê Parlamenta Kurdistanê ya Federe Hêmin Haramî re hevdîtin kir û got, “Eraziyên ku em lê ne, me ew kirî ne. Li cihên ku me kirî ne em rê çêdikin, daran dibirin. Haya rêveberiya me ji vê heye. Me peyman mohr kirine.” Bi van gotinên xwe hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re raxist pêş çavan. Di 8-9’ê Hezîranê de heyeteke hevpar a ji endamên parlamentên Iraqê û Kurdistana Federe serdana herêmê kir. Ji heyetê Şayan Eskerî diyar kir ku dewleta Tirk li 60 gundên Başûrê Kurdistanê dar birî ye.

CENGÎZ HOLDÎNG LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE

Di mijara talankirin û wêrankirina xwezaya Başûrê Kurdistanê de xusûseke din a ku eşkere bû, hevkariya rêveberên PDK’ê bi Cengîz Holdîng re ye ku ev holdîng di nava tîma li Tirkiyeyê weke ‘çeteya pêncan’ tê naskirin. Cengîz Holdîng bi talan û wêrankariya xwe ya li Îkîzdere, Kazdaglari, Heskîf, Daristanên Bakur û Wan Payîzavayê tê naskirin. Cengîz Holdîng ku taca serê Serokkomarê Tirk Erdogan e, qîma xwe bi bendav, HES û talankariya bi madenan a li Bakurê Kurdistanê neanî û bi rêya balafirgeh û rêyan bi destê taşeronên xwe xwe gihand Başûrê Kurdistanê. Cengîz Holdîng a ku li Hewlêrê balafirgeh û rêya hewlêr-Altinkopî çê kir, dema dawî nokerên herêmî weke fîrma taşeron bi kar tîne. Mînaka dawî ya vê yekê li Başûrê Kurdistanê di dema birîna daran û birina wan a ji bo Tirkiyeyê eşkere bû.

3 şîrketên taşeron ên Cengîz Holdîngê bi şîrketên endamê Polîtburo ya PDK’ê Elî Ewnî, darên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dibirin û dibin Tirkiyeyê. Eşkere bû ku li herêma Sîndî birîn û firotina darên li daristanên derdora gundên Sinaht, Mêrga Şîş, Kelok, Masî Sînda û derdora wan ji aliyê 3 şîrketên taşeron ên Cengîz Holdîngê ve hatiye kirin.

HPG’ê 24’ê Hezîranê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got, “Herêmên Parastinê yên Medyayê her roj bi obusên şewitandinê, bombeyên xarik, hawan, ji aliyê helîkopter û balafiran bi sedan carî hate bombekirin. Artêşa Tirk a ku bê encam ma, li qadên ku lê ye dest bi birîna daran kir û bir êya şîrketên hevkarê xwe daristanan talan dike, ji bo şewitandinê bombardûman dike.”

PDK ku erka desthilatdariyê ya Kurdistana Federe xistiye destê xwe, li gel nerazîbûna partiyên Başûrê Kurdistanê, Serokkomarê Iraqê û endamên Parlamenta Iraqê jî destûrê dide dewleta Tirk ku gundan vala bike, qadên daristanî bişewitîne û talan bike.

GUNDÊN HATIN VALAKIRIN

Li Başûrê Kurdistanê ku êrişên dagirkeriyê dewam dikin, li bajarokên Bêgova û Dêrekar ên navçeya Zaxo ya Duhokê û li herêma Berwarî 47 gund hatin valakirin. Gundên hatine valakirin wiha ne: Senat, Deşta Texit, Behnonê, Sorînk, Qesrok, Ava Gozê, Dêre Şeş, Mêrge Şîş, Erên, Perex, Binxirê, Bajawa, Elanş, Zawêtê, Kelok, Qir Kirank, Petromê, Kork, Kondok, Gewrik, Bazingira, Masîsa, Dergel Sindava, Comî, Bihêrî, Şeranşê Jûrê, Şeranşê Jêrê, Pîr Bala, Evlehî, Bîndiro, Banga Jêrê, Banga Jorê, Menîn, Bîrkî, Ava Toka, Şîlan, Şilîn, Kêşan, Heftenîn, Girê Biyê, Rosî, Mêrgehê, Êkmalê, Sewila Rojhilat, Sewla Rojava, Nizdorê, Hewak Golê û Xîzava.