Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Dewleta Tirk dema encama ku xwest bidest nexist, tecrîd xist dewrê’

 

LI ZÎNDANA ÎMRALÎ REWŞA RÊBER APO
“DEWLETA TIRK DEMA ENCAMA KU XWEST BIDEST NEXIST TECRÎD XIST DEWRÊ”

Rêber Apo ji 15’ê sibata 1999’an vir ve, li girava Îmralî girtî ye.

Di van 22 salan de, ji bo çareseriya pirsgirêkên şer û civakî dewleta tirk bi rêber Apo re rûnişt û dest bi pêvajoyên muzakereyan kir.

Lê dema encama ku dixwest bi dest nexist, bi aramnca cezakirinê dîsa tecrîd xist dewrê.

Rêber Apo herî dawî 25’ê Adarê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re 5 deqeyan bi têlefonê axivî. Ji wê demê ve pê re ti têkiliyek nehatiye danîn.

Parêzer heftiyê du caran, ji bo hevdîtinê serî li meqamên tirk didin, lê ti bersivek ku rê bide hevdîtinan nayê dayîn.

Li gel rêber Apo, girtiyên din ên li Imraliyê Hamilî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî di bin tecrîdê de ne.

Parêzer buroya huquqê ya sedsalê vê rewşê weke ‘êşkenceya sîstematîk’ pênase dikin.

Ji bo ev tecrîd rabe, girtiyên siyasî yên PKK’ê û PAJK’ê ev 275 roj in bi dorvegerî di grêva birçîbûnê de ne. Heriwha li Mexmûrê û Lavbroyê jî bi eynî armancî gireva birçîbûnê hat dest pêkirin.

PARÊZERAN REWŞA RÊBER APO NIRXANDIN:
TECRÎD KONSEPTEKE NAVNETEWÎ YE TI ELEQA WÊ BI HUQUQÊ NÎNE

Di sala 2019’an de di encama girevên birçîbûnê de kêm jî be Rêber Apo karî bi malbata xwe re rêze hevdîtin pêk bîne, lê piştre rayedarên dewleta tirk li ser soza xwe neman û tecrîda heyî bi awayê herî dijwar domandin.

Di sala 2020’a de, saziya pêşîlêgirtina êşkencê CPT çû îmraliyê û derheqê çavdêriyên xwe de raporekê amade kir.

CPTyê di rapora xwe de bang li Tirkiyê kir ku di çarçoveya qanûnên navnetewî de rê bide hevdîtina bi parêzer û malbatan re.

Tirkiyê guh neda vê bangê tam berovajî êdî ne tenê hevdîtinên rû bi rû herwiha şandina nameyan jî qedexe kir.

Parêzeran dan xuya kirin wan di demên cuda de bi qasî 20 name şandine Îmraliyê lê ji ber ku ti bersiv nehatiye, tê texmîn kirin name nehîgiştine cihê xwe.

Ji parêzerên Ocalan Ibrahîm Bîlmez diyar kir tecrîda li zîndana Îmralî bi çarçoveya konsepteke navnetewî de pêk tê û ti eleqa wî bi huquqû re nîne.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv