Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk Cenazeyê Gerîlayan Nadê Malbatan

 

Dewleta Tirk bi nedana cenazeyan zilmeke mezin li gel dike.
Tevî testa DNA’ heye jî cenazeyê gerîlayan nade malbatên wan.
Malbat û saziyên şehîdan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan û gotin:
Ew çi dikin bila bikin em dest ji nirxên xwe yên pîroz bernedin.

ZILM Û ZORDARIYA DEWLETA TIRK
JI BO ÊŞA MALBATAN ZÊDE BIKIN CENAZEYÊ ZAROKÊN WAN NADIN

Dewleta tirk a dagirker ji bo êşa gelê kurd zêde bike serî li hemû rê û rêbazê dide.

Yek ji van rêbazên qirêj jî nedayîna cenazeyan e.

Dewleta Tirk a dagirker tevî testa DNA’yê cenazeyê gerîlayên şehîd nade malbatên wan.

Li ser vê êşê jî cenaze bi mehan li morgan dihêlin û bêyî malbatan li goristana bêkesan tên veşartin.

DEWLETA TIRK CENAZEYÊ GERÎLAYAN NADÊ MALBATAN
MEBYA-DER: DEWLETA TIRK DIVÊ DEST JI VÊ POLÎTÎKAYA QIRÊJ BERDE

Ji Rêveberiya Şaxa Amedê ya MEBYA-DER’ê Meryem Soylu û Miyaser Bayram bal kişandin polîtîkaya qirêj a dewleta tirk.

Meryem Soylu got, “Hestiyên zarokên me kirin pakêtê û ji dayîkan re şandin.”

Meryem Soylu bal kişand ser encamên DNA’yê jî.

Ji Rêveberiya Şaxa Amed’ê ya MEBYA-DER’ê Meryem Soylu bang li gelê kur kir ku xwedî li cenazeyên xwe derkevin.

Meryem Soylu ev peyam da dewleta tirk.

Miyaser Bayram jî destnîşankir ku divê dewleta tirk dest ji vê polîtîka qirêj berde.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv