Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk bi şewat û birîna daran xwezaya Kurdistanê wêran dike

 

WÊRANKIRINA XWEZAYÊ
BI ŞEWAT Û BIRÎNA DARAN XWEZAYA KURDISTANÊ WÊRAN DIKIN

Bi mehên havînê re dagirkeriya tirk li bakurê Kurdistanê li dijî xwezayê jî şer daye destpêkirin.

Çiya û baniyên welat dişewitîne.

Bi birîna daran xwezayê talan û wêran dike

Li herêma Bestayê ya di navbera Şirnex û Sêrtê de ev bi mehan e, birîna daran didome.

Bi destpêkirina mehên havînê re li qadên Mêrg û Mar agir berî daristanan didin.

Bi sedan donim daristan şewitî deh hezaran dar û zindiyên di nav de tine bûn.

Li qada berfireh a Serê Rê ya Bestayê jî darên mezî yên sedsalan bi destê cerdevanan tên birîn.

Ji destpêka mehên havînê ve li herêmê bi sed hezaran dar hatine birîn.

Li gorî dîmenên ku ajansa Mezopotamyayê weşandin, cerdevanan bi dolmîşan dibin qada Serê Rê ya Bestayê û darên mezî yên sedsale dibirin.

Ji ber ku TIR nikarin bikevin herêmê darên ku tên birîn bi traktoran dibin datînin qadeke din.

Piştre li TIR’an tên barkirin û dibin bajarên cuda. Li herêmê birîna daran bênavber didome.

LI MÛŞÊ ŞEWAT
LI GELIYÊ BILÛRÊ AGIR BI DARISTANÊ KET

Li aliyekî dar tên birîn li aliyê din jî eskerên dagirker agir bi dar û deviyên Kurdistanê dixin.

Li qada Geliyê Bilûr a li derdora Mûşê agir bi daristanê ket.

Li qada Geliyê Bilûrê ê herêma Zozanê Şênê ku beriya demekê bi biryara şefê rejîma faşîst a tirk Erdogan bi Mûşê ve hatibû girêdan, agir bi daristanê ket.

Ji ber agirê ku li herêmeke berfireh belav bû gelek dar şewitîn.

Hat diyarkirin ku tu mudaxale li agir nehatiye kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv