Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe daristanên Cûdî didize

 

XWEZAYA KURDISTANÊ TALAN DIKIN
DEWLETA TIRK BI RÊYA ÇETEYÊN XWE DARISTANÊN CÛDÎ DIDIZE

Bi salane dewleta Tirk a li pey talankirina dewlemendiyên Kurdistanê ye, tevgerên xwe ên leşkerî weke bahane nîşan dide.

Ji bo vê yekê bicih bîne jî ji avakirina bendavan bigrin, heta şewitandina daristanan, hemû rêbazan bikar tîne.

Bi taybet li herêmên çiyayê, her gava ku dest bi êrişan dike, yan agir berdide daristanan, an jî bi hezaran daran dibire.

Ajansa Nûçeyan a Firatê eşkere kir ku li herêma Cûdî bi desteka sercerdevanê herêma Sigrikê, Hazim Babat xweza tê talankirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê dane ajansê, rojane 450 ton dar têne birîn.

Û hemû li navenda Tabura Leşkerî ya Bestayê têne komkiirin.

Artêşa dagirker ku ji bo vê yekê weke tevgereke rewa nîşan bide jî îdîa kir ku herêmên daristanî ji aliyê serçete Hazim Babat û birayê wî Kazim Babat ve hatine kirîn.

Dewleta Tirk heman îdîa ji bo dizîna darên li herêma Behdanînê jî kiribû.

Malpera Polîtîk-Press a li Başûrê Kurdistanê weşanê dike ragihandibû ku di encama peymaneke veşartî ya di navbera Tirkiyê û PDK’ê de daristan têne birîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv