Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk bi dehan koçberên Başûrê Kurdistanê radestî komên çete kir

Saziya Lûtke ragihand ku nêzî 60 koçberên ji Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve radestî komên çete yên li Suriyeyê hatine kirin.

Saziya Lûtke ya ji bo Kar û Barê Penaberan li ser hesabê xwe yê facebokê nivîsek derbarê radestkirina penaberên Başûrê Kurdistanê  de parvekir. û hate gotin, 60 koçberên ji Başûr ji aliyê dewleta Tirk ve radestê komên çete yên li Suriyeyê hatine kirin.

Lê nehate gotin ew koçber kengê û çawa ji aliyê dewleta Tirk ve hatine binçavkirin. Li ser çarenûsa wan koçberan jî heya niha ti daxuyaniyek nehatiye belavkirin.

Li gorî agahiyên ku bidest ketiye, koçberên hatine teslîmkirin xwestine li ser Tirkiyeyê re derbasê Ewropa bibin, lê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine binçavkirin û paşê jî teslîmî Cephet El Nûsra hatine kirin.

Ev jî hatin dîtin

Parlementer Gokkay Akbulut

Stêrk Tv

Belgefîlmek ji rizgarbûna destê DAIŞ’ê heta fermandartiya YJŞ’ê

Stêrk Tv

Derwêşê Hemdem-Dilşêr Herekol

Stêrk Tv

Leşkerên Tirk êşkence li sê ciwanan kir, ji bilindahiya sê metreyî avêt

Stêrk Tv

Rêber Apo: ‘Ji bo lihevhatinekê an jî serxwebûnê gelê Kurd neçare bikeve pozîsyona şer û seferberiya topyekûn’

Stêrk Tv

Dewleta Tirk li Efrînê 2 jinên din jî revand

Stêrk Tv