SEROKÊ LIJNEYA PARASTINA IRAQÊ MIHEMED REZA EL HEYDER:
“DEWLETA TIRK BI AGAHIYA HEWLERÊ GELEK BAREGEHÊN NÛ AVAKIRINE”
Serokê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Mihemed Reza El Heyder derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ji Rojnews re axivî.
Mihemed Reza El Heyder diyarkir ku Tirkiye ne girêdayî peymanên navneteweyî ye û pîvanên cîrantiyê binpê dike.
El Heyderî da zanîn ku dewleta Tirk her tim li hemberî xelkê sivîl sûc dike û got;
“Rojane bombeyên jehrî li ser gundên Duhokê dibarîne.”
El Heyderî bal kişand ser baregehên dewleta Tirk ên di nava xaka Herêma Kurdistanê de jî û got;
“Dagirkeriya Tirk li gelek deverên Herêma Kurdistanê û bi agahiya Hikumeta Hewlêrê, baregehên nû yên leşkerî avakiriye.
Lijneya Asayîş û Parastinê ya Iraqê, derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de dosyayek amadekiriye û wê pêşkêşî aliyên peywendîdar bike.
Dagirkeriya dewleta Tirk bûye sedema penaberbûn û valabûna gelek gundên girêdayî Duhok û Zaxo.”