Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê 4 kurd revandin

 

LI EFRÎNÊ SÛCÊN DAGIRKERIYA TIRK DIKE
ÇETEYÊN WÊ JI GUNDÊ BASÛTÊ 4 KURD REVANDIN

Dewleta Tirk û çeteyên wê yên Efrîn dagir kirine her roj bi sûcên li dijî mirovahiyê radibin.

Vî sûcî jî li ber çavên hêzên navneteweyî dikin.

Herî dawî jî li gundê Basûtê yê navçeya Efrînê Şêrawa êrişeke dagirkeran pêk hat.

Çeteyên dagirkeriya Tirk, ku navê xwe El Hemzat danîne êrişî gund kirin.

Di êrişê de Kurdên bi navên Betal Fethî yê 42 salî, Hisên Omer Elûş ê 22 salî. Şêro Mihemed Xelîl ê 23 salî û Xelîl Mihemed Elî yê 21 salî hatin revandin.

Çavkaniyên ku ev agahî dan ANHA’yê ragihandin, ku kesên revandî birine zîndana li gundê Ebdelo yê Şêrawa.

Ev kes berê jî ji aliyê komên çete ve hatibûn revandin.

Ev livûtevgera revandinê ji aliyê koma bi navê El Hemzat ve ji 8’ê Nîsanê ve li gundê Basûtê zêde bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ku Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê bi raporekê ragihandibû, ku tenê di meha Adarê de 21 sivîlên 7 ji wan jin hatine revandin.

Li gorî daneyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê jî ji dema Efrîn dagirkiriye heta niha, dagirkeriya Tirk bi çeteyên xwe re, zêdetirî 7 hezar û 500 sivîl revandine û aqûbeta 3 hezar û 500 kesî heta niha ne diyar e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv