Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Dewleta Tirk a dagirker malên kurdan li Girê Spî dişewetîne

Koçbera bi navê H.M. ku ji bajarê Girê Spî ya dagirkirî ye, diyar kir ku çeteyên artêşa Tirk Kurdan koçber dikin û malên wan dişewitînin.

Artêşa Tirk û çeteyên xwe 9‘ê Cotmeha sala borî dest bi êrişên dagirkirinê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di encama êrişên hovane de bajarê Girê Spî hate dagirkrin. Li gel vê yekê komên çete bi armanca guhartina demografiya herêmê sivîl koçber kirin, mal û milkên sivîlan talan kirin.

Ji malbatên bi kiryarên çeteyên artêşa Tirk re rû bi rû mane, malbata koçbera bi navê H.M. a ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî ye. Malbat piştî hate koçberkirin li bajarê Kobanê dimîne. Malbata H.M. ji ber êrişên çeteyan koçber bû, paşê çeteyan mala wê şewitand.

Koçbera bi navê H.M. ku rûyê xwe ji ber rewşên taybet kifş nekir, got: “Ji ber êrişên artêşa Tirk em ji malên xwe derketin, da ku em rih û zarokên xwe xelas bikin, me nikarî kel û pelên xwe derxin.”

M.H. wiha anî ziman: “Piştî artêşa Tirk bajarê Girê Spî dagir kir, malên Kurdan şewitandin, bi vê yekê hewldanan cudabûna di navbera pêkhateyên li herêmê de kir, di heman demê kel û pelên malên Kurdan derbasî bazarên Tirkiyê kirin û li wir firotin.”

Çavkaniyên ji hundirê bajarê Girê Spî ji ajansa me re ragihand ku çete mal û milkên şêniyên bajêr desteser dikin. Her wiha çavkaniyên diyar kir ku çete alavên çandiniyê, pez, genim, ceh û erebeyan desteser dikin.

Çavkaniyan navên malbatên ku mal û milkên wan hatine desteserkirin diyar kirin ku ew jî ev in; malbata Mihemed Minbicî, Îdan Selûm û bi dehan malbatên din in.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv