Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta tirk a dagirker li Iraqê tirkmenên sunnî bi çek dike 07.04.2021

 

ERDOGAN LI IRAQÊ LI PEY SORKIRINA ŞERÊ QEWMÎ Û MEZHEBÎ YE
DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI IRAQÊ TIRKMENÊN SUNNÎ BI ÇEK DIKE

Dewleta Tirk a dagiker ji bo bigihîje mexsedên xwe yên qirêjî û firehkirine sînorên xwe tevneke qirêj û bi xeter dirêse.

Li gorî nûçeya di Lêkolîn.orgê de hat weşandin, dewleta tirk a dagirker ji bo li Iraqê şerê etnîk û mezhebî bide destpêkirin ji Tirkemên Sunnî re çekan dişîne.

Malper dide zanîn ku herî dawîn 4 TIR’ên bi çekên ferdî û giran dagirtî di deriyê sînor ê Xabûrê re ber bi herêma Mûsilê ve çûne.

Çavkaniya ku ji malperê re li ser mijarê axivî ye û ji ber fikarên ewlekariyê nexwestiye navê wî were eşkere kirin, wekî din ev agahî dane:

4 TIR’ên tijî çek, 20’ê adarê di deriyê sînor ê Xabûrê re derbas bûn û berê xwe dan herêma Musilê.

TIR pêşî çûn Qerargeha Eskerî ya Başîkayê ya di destê dewleta Tirk de ye.

Piştre ji wir jî beşek ji van çekan ji hêzên waliyê Mûsilê yê berê Esil En Nuceyfî û serekê eşîreke sunniyan Alî Hatem Suleyman re hat şandin.

Ev kesên navborî bi dijberê hikûmeta Bexdayê Tarik El Haşimî re tevdigerin.

Beşek ji çekan jî ji Eniya Tirkmen re hat şandin.

Heman kes herwiha dide zanîn ku dewleta Tirk di van demên dawîn bi gelek çek û cebilxane sewqî herêma Kerkûkê jî kirine.

Ev çek jî radestî koma ji 600 kesan pêk tê ya çeteyên Eniya Tirkmen a Iraqê hatine kirin.

Komeke din a çeteyan bi navê Suxur Helo Kerkuk ango Bazên Kerkûkê jî hatiye bi hev xistin.

Dewleta Tirk çekên sûîqestê dane van çeteyan.

Heman çavkanî îşaret bi pîlaneke xeter a dewleta tirk dike û dibêje:

Dewleta Tirk eşîrên sunnî yên dijberî hikûmeta navendî ne, bi çek dike, mexseda wê ew e ku bi şerê etnîk û mezhebî nakokiyan û aloziyê kûrtir bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv