DEWLETA TIRK 22 SAL Û 3 MEH CEZA DA LEYLA GUVEN
DADGEHA ISTÎNAFÊ CEZAYÊ LEYLA GUVEN ERÊ KIR
Dewleta Tirk 4’ê Hezîrana 2020’an wekîltiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven betal kir.
Piştî wekiltiya wê hat xistin, bi hênceta propaganda rêxistinê kiriye derbarê wê de doz hate vekirin.
Dadgeha Cezayê giran ya Amedê 22 sal û sê meh ceza li Leyla Guven birî bû.
Parêzerên wê ji bo doz betal bibe serlêdan kiribûn.
Lê serlêdana parêzeran hat red kirin û dadgeha Îstînafê ya dewleta Tirk cezayê girtîgehê erê kir.
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji dema wekîltiya wê hat xistin ve di zindanê de ye.