Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Îranê li Kelaşîn û Berbizina dide

Dewleta Îranê ji 13’ê Îlonê û vir ve bi hawanan li qadên Berbizina û Kelaşîn a herêma Bradostê dide.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine stendin di 13’ê Îlonê de saet di 07.50’an de qada Kelaşînê bi hawanan hate bomberdûmankirin û agir bi qadê ketiye.

Di heman rojê de saet di 15.30’an de berpalên Girê Berbizina jî ji aliyê balefirên keşfê yên Îranê hate bomberdûmankirin. Ev êriş heta 14’ê Îlonê domiya.

Di 14’ê Îlonê de saet di 17.00 û 20.30’an de jî balefirên keşfê yên Îranê berpalên Girê Berbizina bomberdûman kir. Saet di 23.30’an de jî li qada Kelaşînê da.

Tevî van êrişên bi balefiran qadên Kelaşîn û Berbizina heta 15’ê Îlonê bi hawanên ji qereqolên Îranê hatin bomberdûmankrin. Dema ku nûçe dihat amadekirin jî êrişên bi hawanan didomiya.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv