Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Destûrnameya Şer a Iraq Sûrî ya Faşîzma AKP MHP’ê

 

Şefê faşîst ê rêveberiya Tirk Tayîp Erdogan dixwaze ji meclîsê destûrnameya şer a ji bo 2 salan bigire.

HDP li dijî tezkereya şer di nava hewldanan de ye û banga dengê dijber li CHP’ê dike.
AKP-MHP û Îyî Partî dengê erê didin û CHP wê piştî civîna desteya rêveber biryara xwe eşkere bike.

DESTÛRNAMEYA ŞER A IRAQ Û SÛRÎ YA FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê
ERDOGAN DIXWAZE BI DESTÛRNAMEYA 2 SALÎ ŞERXWAZIYA XWE XURT BIKE

Faşîzma AKP-MHP’ê hewl dide destûrnameya şer a Iraq û Sûrî, di meclîsê re derbas bike.

Lê belê îsal ji yên berê cûdatir, destûrnameyeke 2 salî dixwaze.

Vê yekê jî di çarçoveya plana xwe ya 2023″an de dike û dixwaze destê xwe yê şerxwaziyê xurt bike.

Tevî AKP-MHP’ê Îyî Partî jî eşkere kiriye ku, ewê dengê erê bidin destûrnameya şer.

DESTÛRNAMEYA ŞER A IRAQ Û SÛRÎ YA FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê
HDP Û RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK JI CHP’Ê DIXWAZIN DENGÊ DIJBER BI KAR BÎNE

HDP wekî herdemî li hemberî siyaseta şer di nava tevgerê de ye û wê dengê “na” bi kar bîne.

Ji bo partiyên din jî dengê na bi kar bînin, xebatan dimeşîne.

CHP ku heta niha biryara “erê” daye destûrnameyên şer, ji bo destûrnameya dawî ya 2 salî, hê biryar nedaye.

Tê texmînkirin ku, CHP piştî civîna rêveberiya navendî ya îro, wê biryara xwe eşkere bike.

Di serî de HDP, partiyên siyasî yên demokratîk û raya giştî ya demokratîk ji CHP’ê dixwazin li dijî destûrnameya şer derkeve.

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv