Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Desteka ji bo HDP’ê

 

 

Wekîlên Partiya Sosyal Demokrat a Awusturyayû bi mijara “Doza girtinê ya li dijî HDP’ê” pêşnûmeyek pêşkêşî parlemena xwe kirin
Ev pêşnûme bi yekdengî hate qebûlkirin.
Parlamenê bang li hikumetê kir ku zextê bide ser Tirkiyê ji bo berbi demokrasiyê ve gavan bavêje û ji mafên kurdan re rêz bigire.

DESTEKA JI BO HDP’Ê
PARLEMENA AWUSTURYAYÊ BI YEK DENGÎ BIRYAR DA KU DESTEKÊ BIDE HDP’Ê

Li Awûstûryayê wekîlên partiaya muxalefetê Partiya Sosyal Demokrat Katharina Kucharowits û Petra Bayr pêşnûmeyek bi sernavê ‘doza girtinê ya li dijî HDP’ê’ pêşkêşî komîsyona lêkolînkirina pêşnûmeyan a parlamena neteweyî kirin.

Pêşnûmeya ku daxwaza piştgiriya ji bo HDP’ê ji hikumeta Viyanayê dike, pişgirî ji endamên endamên hikumetê yên li komîsyonê wergirt.

Bi vî rengî pêşnûme ji aliyê Parlamena Awûstûryayê ve hate qebûlkirin.

Bi pêşnûmeyê di serî de ji Wezîrê Karên Navnetewî û Ewropayê berpirsyar bang li hikumeta Karl Nehammer hat kirin.

Di biryarê de hate ragihandin ku ji bo Tirkiye demokratîk bibe û bibe dewleteke hiqûqê, divê hikumet hewl bide û divê HDP neyê girtin.

Di biryarê de hate bibîrxistin ku HDP sêyemîn partiya herî mezin a li Tirkiyê ye û hate gotin:

Eger HDP bê girtin wê hingî Tirkiye hiqûqa navnetewî û peymanên ku aliyekî wê ne binpê kiribe.

Di metna biryarê ya Parlamena Awûstûryayê de ji bo temsîla sîstema piralî ya li Tirkiyê işaret bi girîngiya hebûna HDP’ê hate kirin.

Hate destnîşankirin ku îdîayên dadgeriya Tirk ên ku HDP’ê pê sûcdar dike bêbingeh in.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv