Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Derwêşê Hemdem: Dilşêr Herekol

 

DERWÊŞÊ HEMDEM – DILŞÊR HEREKOL
JI AMANOSAN HETA BOTANÊ… FERMANDARÊ KOMA 12 SIWARÊN DERWÊŞÊ EVDÎ LI ŞENGALÊ

Fermandarê 12 siwarên çiyayê Şengalê…

Derwêşê hemdem ê gelê xwe.

Huseyîn Acar.

1978’an li gundê Torikê yê navçeya Sêrtê Dihê ji dayîk dibe.

Kurê Emîne û Abdullahe.

Hê di zarokatiya xwe de li qelaç û quntarên çiyayê Çiravê bi çîrokên lehengiyê yên fermandarê efsanewî Egîd mezin dibe.

Bi malbata xwe ya welatparêz, her rojê gerîla dibîne.

Bi çanda welatparêziyê ya Botanê mezin dibe.

1994’an gundê wî Torikê li ber zext û zilmê, faşîzmê serî natewîne.

Çeka dijmin ji bo cerdevaniyê dide red dike.

Weke bi hezaran gundên Bakurê Kurdistanê, Torik jî 1994’an tê valakirin.

Bi malbata xwe re, ji neçarî berê xwe dide metropolên Tirkiyê.

Û 1997’an di 19 saliya xwe de, berê xwe dide têkoşîna azadiyê.

Bi wê ciwantiyê radibe, ku Rêber Apo dibêje “me bi ciwanî destpêkir û emê bi ciwanî bi ser kevin”

Êdî dibe gerîlayek azadiyê li çiyayên Kurdistanê.

Navê Dilşêr digire ser milên xwe…

Herekola jê ye, datîne nav dilê xwe.

Ji Amanosan destpê dike Dilşûr.

1999’an li ser banga Rêber Apo dema ji wir berê xwe dide Herêmên Parastinê yên Medyayê, dîl dikeve destê dewleta Sûrî.

3 salan di zîndanên dewleta Sûrî de dimîne.

Çawa derdikeve, 2002’yan berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

2003’yan derbasî Gabarê dibe.

Di pêngava dîrokî ya 1’ê Hezîrana 2004’an de li Gabarê bi roleke girîng radibe.

2005’an derbasî Zapê dibe û 2007’an dîsa berê xwe de herêma Botanê.

Li Gabar û Besta têkoşîneke mezin dike.

Pêşengiyê ji gelek çalakiyan re dike.

Derbên giran li dijmin dixe, ji kemînan bi hostayî rizgar dibe.

2 caran bi giranî birîndar dibe.

Dîsa jî gavekê tenê jî nade paş û berê xwe ji têkoşînê nazivrîne.

Li Botanê li ser şopa fermandar Egîdan, dibe fermandarekî şareza.

2012’an dîsa li Herêmên Parastinê yên Medyayê vedigere.

Navbera salên 2013-2014’an di perwerdekirina şervanên nû de ji bo gerîlatiyê bi kedeke mezin radibe.

2014’an bi 11 hevalên xwe re ji bo rê li ber qirkirina Êzidiyan a bi destê DAIŞ’ê bigire, berê xwe de Şengalê.

Fermandariyê ji 11 hevalên xwe re dike.

Bi berxwedan û têkoşîna xwe ya bêmînak, fermandar Dilşêr bi hevalên xwe re navê xwe li dîrokê dinvîse.

Li Çiyayê Şengalê tevî hevrêyên xwe, şerekî efsanewî dike û weke artêşeke ji hezaran kesî, bi dehhezaran kesî diparêze.

Bi hevrêyên xwe Zekî Şengalî, Egîd Civyan û dehan lehengên din re Şengalê ji faşîzm û dagirkeriya DAIŞ’ê rizgar dike.

Bingeha Yekîneyên Berxwedana Şengalê-YBŞ’ê datîne.

Piştî vê erka xwe bi serketî, serfirazî tîne cih, 2016’an dîsa li Herêmên Parastinê yên Medyayê vedigere.

Ji vir jî berê xwe dide çiyayên Amanosan…

Devera ku dest bi gerîlatiyê kiribû.

Devera ku bi meqabên zer, bi cilên gerîla cara pêşî lê meşiya bû û li ser tehtên wê raketibû.

18’ê Cotmeha 2020’an…

Dagirkeriya Tirk a li her deverê li hemberî berxwedana gerîla têk çûyî, bi hezaran esker û çeteyên xwe dest bi êrişê dike.

Huseyîn Acar bi nasnav Dilşêr Herekol li dijî dagirkeran bi lehengiya hevrêyên xwe şerekî giran dike.

19’ê Cotmeha 2020’an şehîd bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv