Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dersim, Şirnex, Çewlik û Bedlîs dişewitin

 

DERSIM, ŞIRNEX, ÇEWLIK Û BEDLÎS DIŞEWITIN
LI 3 CIHÊN CÛDA YÊN DERSIMÊ ŞEWAT DIDOME

Li Dersim, Çewlik, Bedlîs û Şirnexê bi rojan e daristan dişewitin.

Şewatên daristanan ku li 3 herêmên cuda yên Dersimê derketine, her ku diçe belav dibin.

Roja ewil tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Dersîmê, rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr û welatiyên ku xwestin biçin mudaxaleyî şewatê bikin hatin astengkirin û destûr nehat dayîn ku biçin herêma şewatê.

Ji ber vê yekê şewata ku qadeke bi hezaran hektaran şewitand, di encama bertekan de piştî 13 rojan mudaxale lê hat kirin.

Şewata ku 15 roj in didome, zîndewarên di daristanê de jî tune kirin.

Hêj şewatên li navçeya Xozatê nehatin vemirandin.

Agirê di 29’ê tebaxê de li Firtina Velî Çeşmesî ya li Geliyê Mûnzûr û Çemê Roj ê li Geliyê Pilemuriyeyê dest pê kirin, didome.

Şewata ku tenê tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Dersîmê û welatî mudaxale dikin, bi bandora bayê li qadeke fireh belav bûye.

Heta niha tu mudaxale li şewata Geliyê Pilemûriyeyê nehatiye kirin.

DERSIM, ŞIRNEX, ÇEWLIK Û BEDLÎS DIŞEWITIN
ŞEWATA LI GUNDÊ CONAG Ê ÇEWLIKÊ DIDOME

Agirê li gundikê Xarsak a girêdayî gundê Conag a navçeya Korxol a Çewligê jî nehatiye kontrolkirin.

Şewata ku hat îdiakirin ji ber xeta voltaja bilind, derketiye, ji ber li herêmeke çiyayî ye dereng mudaxale lê hat kirin.

Duh şev helîkopter jî tevlî xebatên vemirandinê yên ji bejahî ve tên kirin bû.

3 helîkopterên çûn herêmê ji hewayî ve mudaxale kir.

Lê piştî saetekê şunde hêj agir nehat vemirandin helîkopter ji herêmê veqetiyan.

DERSIM, ŞIRNEX, ÇEWLIK Û BEDLÎS DIŞEWITIN
LI BEDLÎSÊ ŞEWAT MEZIN DIBE

Li Bedlîsê jî şewata ku duh li herêma Ava Weqfê di dora saet 10.00’an de derket hêj nehatiye kontrol kirin.

Li gel xebatan jî şewatê beşeke mezin a qada daristanê şewitand.

ŞEWATA LI BOTANÊ BI MEHANE DEWAM DIKE
LI ŞIRNEXÊ XEBATÊN VEMIRANDINÊ HATIN ASTENGKIRIN

Li Şirnexê jî şewatên ku li du herêmên cuda derketin didome.

Li qada Qurta Xanê ya girêdayî Herêma Bestayê ya Şirnexê, şewata ku di 29’ê Tebaxê de dest pê kir didome.

Şewata ku di encama tevgera dagirkeriyê de derket tu mudaxale nayê kirin û eskeran bi hêceta ku “herêma qedexe ye” welatiyên ku ji bo vemirandina şewatê xwestin biçin herêmê asteng kirin.

Di heman demê şewata li herêma Girêbestkê derketibû didome.

Li aliyê din, şewata ku di encama bombebarana helîkopteran de, berî 5 rojan li gundê Mêhrîna ya ku girêdayî herêma Bestayê rû da jî, xwe bi xwe vemiriye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv