Eşkere bû ku bi hêceta ‘volta avêtinê’ sala 2018’an ceza dane Rêber Apo.
Derket holê ku Îlona sala 2018’an bi hêceta ‘volta avêtiye’ cezaya disiplînê dane Rêber Apo.
Xuya bû ku bi hêceta ku Rêber Apo di meha Îlona 2018’an dema ‘werzîşkirinê’ de ‘volta avêtiye’, 3 mehan hedîtina bi malbatê re asteng kirine. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hêceta ku piştî lîstina voleybol û basketbol a bi girtiyên din ên li Greva Îmralî dimînin re volta avêtiye, ji aliyê Seokatiya Desteya Disiplînê ya girtîgehê ve di çarçoveya lêpirsîna disiplînê ya hatî vekirin de, bi hêceta ‘xebatên werzîşkirinê weguhertiye xebatên sohbetkirinê’ di 14’ê Îlona 2018’an de cezayê “3 meh ji hevdîtinê mehrûm kirin” dane.
Rêber Apo têkildarê cezayê hatî dayin îtîrazê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê daye, diyar kiriye ku volta yekane şeklê tevgerînê ya herî standart a girtîgehan e û ev maf hatiye astengkirin û destnişan kiriye ku divê ev xeletî were sererastkirin.
Cezaya disiplînê ya ku danî Rêber Apo di rapora 6’ê Tebaxa 2020’an a Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê ya derbarê serdana 6-17’ê Gulana 2019’an a li Îmraliyê pêkanîbû de jî cih girt.