Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Demografiya Efrînê tê guhertin: Dewleta Tirk a dagirker malên mêtîngeriyê çêdike

 

DEMOGRAFIYA EFRÎNÊ TÊ GUHERTIN
DEWLETA TIRK A DAGIRKER MALÊN MÊTÎNGERIYÊ ÇÊDIKE

Dewleta Tirk a dagirker, serîde kantona Efrînê, li herêmên dagirkiriye lez daye guhertina demografyayê.

Niha jî malên mêtîngeriyê çêdike û çeteyan li wan bicih dike.

Waliyê Tirk yê Kîlîsê Recep Soyturk, rayedarên Tirk yên Komeleya Alîkariyê ya Qeterê, Komeleya ÎHH qaşo meclîsên herêmê radigihînin ku wê li Ezazê malên nû yên mêtîngeriyê çêbikin.

Tê gotin ku li van malên bi navê El-Emel wê 8 hezar û 800 çete werin bicihkirin.

Avahî wê li ser qadeke 280 hezar metreçargoşe werin çêkirin û maliyeta wan jî nêzî 7 milyon û 800 hezar dolar e.

Dîsa tê gotin ku wê hin ji van avahiyan li ser 50 hin ji wan jî li ser 100 metreçargoşe werin çêkirin.

Li gorî hin çavkaniyên herêmê komeleyên Qeterê heya niha li herêmê 13 hezar avahiyên mêtîngeriyê çêkirine.

Bi pêşengiya Rêxistina Eyedî El-Beyda, Komeleya Pêşketinê ya Cîhanê û komeleya El-Eyş ya Kuveytê jî li gundê Şadêrê yê Şêrewa bi navê “Besme” malên mêtîngeriyê tên çêkirin û li ber xelas bûnê ne.

Çavkanî radgihînin ku ev komeleyên Qeter û Kuveytê bi rêya Kizilaya Tirk van malan ava dikin.

Li Efrîna dagirkerî heya niha 18 hezar malên mêtîngeriyê hatine çêkirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv