LI DIJÎ MALBATA KURD ÊRIŞÊN NIJADPERASTAN
DEMA XIZMÊN MALBATA KURD ÇÛN CIHÊ BÛYERÊ POLÎSAN LI WAN XISTIYE
Piştî êrişa nijadperestan a li dijî malbata Dedeogullari, xizmên wan berê xwe dan navçeya Meram a Konyayê.
Li belê ew jî bi êrişa polîsên Tirk re rû bi rû ma.
Kesên ku polîsan bi jopan êrişî wan kirin, pişt re jî destê wan kelemçe kirin û ji cihê buyerê dûr xistin.
Yek ji wan kesan Harun Rûfatoglû ye ku şopa îşkenceya polîsan li ser bedena wî heye.
Harûn Rifatoglu dibêje;
“Piştî ku apê min wan hatin qetilkirin me xwest em bikevin hundirê malê. Min xwest ap û xaltiya xwe bibinim. Lê polîsan bi jopan li min xistin û min li erdê dirêjkirin. Û pişt re jî 10-15 kesan bi hev re li min dan. Ji ber lêdanê, şevekê li Nexweşxaneya Bajarê Mezin a Konyayê mam.”
Harûn di dewama axaftina xwe de dibêje;
“Ji ber ku em Kurdin ji me re gotin, ‘terorîst’ û 7 canên me çûn. Ji bo kesên êrişkar tu tiştekî nabêjin… Roja bûyerê min fêm kir ku li vî welatî edalet tuneye. Ez 28 salî me û tu hêviya min êdî ji vî welatî nema ye.”