Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Delegasyona Zapatîst li Frankfûrtê bi Kurdan re civiya

 

HEVDÎTINA KURD Û ZAPATÎSTAN
DELEGASYONA ZAPATÎST LI FRANKFÛRTE BI KURDAN RE CIVIYA

Tevgera Zapatîsta (EZLN-CCIG) ku par di 5’ê Cotmehê de bi danezanekê ragihandibû ku ji Nîsana 2021’an pê ve wê delegasyonên Zapatîsta bişînin pênc parzemînan.

Delegasyona Tevgera Zapatîsta xwe gihandin Ewrûpayê.

Rawestgeha pêşî ya delegasyonê paytexta Avusturya Viyana bû û rawestgeha duyemîn jî bajarê Frankfûrt e.

Endamên zapatîsta doh li bajarê Frankfurtê bi meşekê ji aliyê civaka Azad, rêxistinên çepgir û Antîfa ve bi meşekê hatin pêşwazî kirin.

Delegasyonên Zapatîsta wê li Frankfurt û bajarên derdorê qasî hefteyekê bimînin.

Îro wê bi enternasyonalîstên nêzî tevgera Kurd re werin cem hev û di vê hevdîtinê de Konfederalîzma Demokratîk nîqaş bikin.

Êvarê saet di 19.30an de jî li saziya EXZESS a rêxistinên çep yê Elman, Kurd û militanên Zapatîst werin cem hev.

Di vê hevdîtinê de wê endamên Civaka Azad û Meclîsa Frankfurtê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk cih bigirin.

Êvara 24’é Îlonê jî wê endamên Meclîsa Jinan a Kurd a Amarayê bi Zapatîstan re kom bibe.

Her weha di 16’ê Cotmehê de bi tevlêbûna ji hemû deverên Elmanyayê li Franfûrtê wê meşeke mezin û girseyî pek were.

Di vê meşê de wê milîtanên Zapatîsta jî hazir bin û armanca sereke ya vê meşê wê protestokirina BAFîê ya destûrê dide firotina çekan be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv