Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Deklerasyona HDP’ê: Ji bo tifaqa demokratîk 11 rêgezên HDP’ê

 

DEKLERASYONA HDP’Ê
JI BO TIFAQA DEMOKRATÎK 11 RÊGEZÊN HDP’Ê

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di civîna Enqerê de 11 rêgezên HDP’ê yên ji bo tifaqa demokratîk jî eşkere kirin.

11 prensîbên HDP’ê hatin eşkerekirin wiha ne

1.DEMOKRASIYEKE BIHÊZ
Demokrasiya Bihêz xwe dispêre hişmendiya rêvebiriyeke herêmî û xwecihî. Ji lewre jî lazim e rayeyên navendî li herêman were parvekirin.

2. DARAZEKE BÊALÎ Û SERBIXWE
Ji bo edalet û aştiya civakî divê hemû dozên siyasî û mehkûmiyetên ku ji aliyê vê darazê ve hatine dayîn bên betalkirin. Lazim tecrîd were bidawîkirin. Li gorî qanûnên gerdûnê daraz were sererastkirin

3. ÎRADEYA GEL, NE REJÎMA QEYÛMAN
Derhal rejîma qeyûman ku xespkirina îradeya gel e were bidawîkirin.

4.ÇARESERIYA DEMOKRATÎK JI BO DOZA KURDAN
Lazim e doza kurdî bi rê û rbazên demokratîk were çareserkirin. HDP, ji bo çareseriyê amade ye ku rola xwe bilîze. Ji bo çareseriyê, divê riyên diyalogê bi muxataban re bên avakirin.

5 DÎPLOMASIYEKE AŞTIYANE
Li welêt, li herêmê û li cîhanê dîplomasiyeke bihêz û xwedî prensîb, diyalog û peywendiyên aştiyanê, ji bo meselehet û mifaya me hemûyan riya herî rast û pêwîst e.

6. AZADÎ Û WEKHEVIYA JINAN
Ji bo misogerkirina jiyanake azad û wekhev û ji bo avakirin û pêkanîna yeksaniya temsîliyeta jinan, divê beriya her tiştî pergala hevserokatiyê were bicihkirin. Di milê siyasî, îdarî, aborî û çandî hemû astengiya li pêşiya jinan divê were rakirin.

7.DI ABORIYÊ DE EDALET
Di hatiniyê de lazim e edalet hebe. Çavkaniyên li welat li gorî pêdiviyan ne ji qesr û şe re lê ji gel re were terxankirin.

8.DI RÊVEBIRIYA GIŞTÎ DE LIYAQET
Divê rêvebiriya giştî, nekeve bin hikmê bloka desthilatiyê û tenê alîgirên wan neyên bicihkirin.

9.PARASTINA XWEZAYÊ
Divê li dijî qeyrana avûhewayê, rewşa lezgîn bê ragihandin û di serî de Kanalİstanbul û hemû projeyên ku xisarê didin xwezayê û hawirdorê bên sekinandin.

10.JIYANEKE AZAD JI BO CIWANAN
Divê rêz li daxwaz û şêwaza jiyanê ya ciwanan bê girtin û ji bo ku ew bikaribin xwe bi awayekî azad îfade bikin û bijîn divê di perwerdehî, çand, aborî û qadên civakî û siyasî de hemû astengiyên li ber wan bên rakirin.

11.DESTÛREKE DEMOKRATÎK
Destûreke nû ya sivîl û azadîxwaz û peymaneke civakî ya rasteqînî, lazim e were avakirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv