Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Debbie Bookchin: ‘Divê neheqî bi dawî bibe PKK ji lîsteyê were derxistin’

 

QEDEXEYA LI SER PKK’Ê
DEBBIE BOOKCHIN: DIVÊ NEHEQÎ BI DAWÎ BIBE PKK JI LÎSTEYÊ WERE DERXISTIN

Li cîhanê gelek kesayet ji bo qedexeya li ser PKK’ê were rakirin di nava hewldanan de ne.

Daxwaza wan ew e ku yekîtiya Ewrûpayê û Amerîka dawî li neheqiya li hemberî gelê kurd bînin û PKK’ê ji lîsteyên xwe yên terorê derxin.

Nivîskar Debbie Bookchin jî yek ji wan kesan e ku heman daxwazê dike.

Debbie Bookchin nêrînên xwe yên di heqê PKK’ê de ji ajansa hawarê ANHA’yê re eşkere kir.

Debbie Bookchin bi bîr xist ku Dadgeha Gel a Daîmî û gelek saziyên din ên darazê îşaret pê kiriye ku PKK ji bo mafên mirovan têkoşîneke rewa dimeşîne û got:

Erdogan hewildanên gelê Kurd ên ji bo çareseriya aştiyane bi Tirkiyê re sabote dike.

Ez dizanim ku PKK partiyeke şoreşger e û armanca wê ew e ku gele Kurd ji dewletên serdest biparêze û serxwebûna wan misoger bike.

Ya ku destekê dide terorê AKP ye, divê PKK ji lîsteyê bê derxistin.

Debbie Bookchin ku di heman demê de keça civaknasê bi navû deng, parêzvanê komunalîzm û ekolojiya civakî Murray Bookchin e, li ser girîngiya azadiya Rêber Apo jî wiha axivî:

Abdullah Ocalan bêyî darizandineke adîl hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn, zêdetirî 22 sal in di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin.

Birêz Abdullah Ocalan jî mîna Nelson Mandela lîderê tevgereke rewa ya mafên kêm netewan û rizgariya neteweyî ye.

Ji bo pêvajo dest pê bike, divê Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe û PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv