Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dayikên Êzidî: ‘Tirkiye, Iraq û Mesûd Barzanî kujerên zarokên me ne’

 

Gelê Şengalê nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta Tirk a dagirker da û diyar kirin ku Tirkiye, Iraq û Mesûd Barzanî berpirsên vê qetlîamê ne.

Li hemberî êrişên ku dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê dike, nerazîbûna civaka Êzidî didome.

Duh li sûka Şengalê balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li wesayîtekê dabû. Di vê êrişê de yek ji fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûbûn, 3 sivîl jî birîndar bûbûn.

Îro jî balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li nexweşxaneya gundê Sikêniyê ya Şengalê dan. Di vê êrişê de şehîd û birîndar hene û nexweşxane hilweşiya. Gel dema xwest biçe birîndaran rizgar bike, ji hewayî êrişî gel hate kirin. Civaka Êzidî çû qada êrişê û nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk dagirker, hikumeta Iraqê û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî dan.

Dayikeke ji Şengalê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku vê nexweşxaneyê xizmeta gelê Êzidî û Erep dikir û bijîşkên li vir zarokên wan e. Dayikan gotin “Ev nexweşxaneya sivîlan bû. Bijîşk jî zarokên me ne. Zarokên Êzidiyan bûn. Niha bi dehan sivîl di bin kavilan de ne. Bi qasî dewleta Tirk, Iraq û Mesûd Barzanî jî berpirsê vê qetlîamê ne. Tişta ku DAÎŞ’ê kiriye, niha ev jî li me dikin. Dinya jî li hemberî vê zilmê bêdeng dimîne.”

Dayikeke din jî nerazîbûn nîşanî bêdengiya li hemberî qetlîamê da û got “Piştî DAÎŞ’ê em vegeriyan ser axa xwe lê niha jî dewleta Tirk bombeyan li ser me dibarînin. Çi ji me Êzidiyan dixwazin? Dinyayê çavê xwe ji vê zilmê re girtiye. Dibêjin hiqûq û mafê mirovan lê em Êzidî tên kuştin, deng ji kesî dernakeve.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv