Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dayikên Aştiyê bang li dayikên Başûrî kirin

 

Endamên Insîyatîva Dayikên Aştiyê têkilî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûr û helwesta malbata Barzanî axivîn û gotin, divê xwîna birayan neyê rijandin û diyar kirin li ser vê mijarê peywireke girîng dikeve

Êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê didomin. Di êrîşan de qadên sivîl û gerîla têne bombekirin, komkujî têne kirin .Yekîneyên bi ser hikûmeta Başûr ve hem êrîşan tîne û hem jî koordînatan dide.

Endamên Insîyatîva Dayikên Aştiyê ên Bakurî bang kirin ku hikûmeta Başûr dawî li polîtîkayên êrîşkên ên paralelî dewleta Tirk bîne.

Ji endama Insîyatîvê Kudret Eryilmaz gotina, ‘Ez ê nehêlim xwîna birayan were rijandin” ku Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî berê gotibû bi bîr xist û got divê Barzanî li ser gotina xwe bimîne.  Eryilmaz her wiha got divê malbata Barzanî aşkere bike bê ka dewleta Tirk çi soz dane wan.

Eryilmaz wiha domand: ”Heke em Kurdên bakur ji bo dewleta Tirk taştê bin, hikûmeta Başûr û Kurdên başûr ji bo dewleat Tirk şîv in. Dewleta Tirk dixwaze bira bi hev bide şikandin Em dayin bang li Barzanî dikin: bila rê nedin van polîtîkayên gemarî yên dewleta Tirk. Zû bila hay ji şaştiyên xwe çêbibin. Xwîna zarokên Kurd ne wiha erzan e. Wê navê wan bi rengekî gemarî derbasî dîrokê bibe, xayintiyê bikni. Malbata Barzanî wê çawa hesab bide dayikan û dirokê? Şermeke mezin e ku dayikên ku çûne wir û li aqûbeta zarokên xwe pirsîne, bêbersiv bêne hiştin.”

Eryilmaz bang li dayikên başûrê Kurdistanê kir û got, ”Ez dayika aştiyê ya kezebşewitî dixwazim vê ji dayikên Başûr re bibêjim: Îro yên ku li mala xwe rûdinin û li bara êrîşên dewleta Tirk û kirinên malbata Barzanî ranabin, bila ji xwe re nebêjin dayik û Kurd. Divê dayikên li wir bibin pira xwîşk û biratiyê. Dijmin şerê hev bike mirov fêhm dike lê ku bira şerê hev bikin ve nayê fêhmkirin. Divê birakujî aniha raweste. Ji ber vê, yên ku îro li mala xwe bêdeng rûdinin, ew jî parçeyek ji şer in.”

Sabîha Tamrîş jî got polîtîkayên ku tên kirin şaş in, ti caran nikarin bêne efûkirin û got, ”Zarokên li wir zarokên Kurdan in. Divê malbata Barzanî jî wan weke zarokên xwe bibîne. Heke dewleta Tirk îro li me dide, sibe wê li wan jî bide .Heta ev dewleta zalim hebe divê kesek nebêje ew ê li mala xwe bi rehetî rakeve. Malbata Barzanî dikare vê xwînê bide sekinandin. Jixwe dewleta Tirk naxwaze me bi hev bide kuştin? Naxwe malbata Barzanî çawa dikare bibe aliyê van polîtîkayên gemarî. Dema şerê Knedavê me çawa deriyê xwe li Kurdên Başûr vekiribû, sifra xwe ji wan re vekirîbû, niha jî Kurdên Başûr divê wiha bikni. Divê li dijî dagirkerî û êrîşan li wir derkevin derve.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv