ÊRIŞA LI DIJÎ HDP’A ÎZMÎRÊ
DAYIKA DENÎZ FEHÎME POYRAZ: DENÎZ’EK ÇÛ BI HEZARAN DENÎZ TÊN
Piştî êrişa li dijî HDP’ê hat bihîstin bi hezaran kesî berê xwe da ber avahiyê.
Malbata Denîz Poyraz û dê û bawê wê hatin ber avahiyê.
Dayika Denîz, Fehîme Poyraz li ber avahiyê bertek nîşanî rejîma tirk da û diyar kir, ewê li himberî zilmê serî xwe netewînin.
Fehîme Poyraz got: denîzek here, wê hezar denîz werin.
Girseya gel li ber avahiyê berdewam diruşmeya ‘Şehîd namirin’ bilind kirin.