Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

DAIŞ’ê ji gundekî bin kontrola PDK’ê de 2 welatî revandin û 3 kes jî birîndar kirin

 

Çeteyên DAIŞ’ê li herêma Mexmûrê kemîn avêtin pêş, welatiyên gundê Kendalê ya ser bi Hewlêrê ku dibin kontrola hêzên PDK’ê de ye û di encamê de 2 kes revandin û 3 kes jî birîndar kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê şevê din li herêma Mexmûrê êrîş kirin ser gundê Kendalê ya ser bi Hewlêrê û di encamê de 2 kes revandin û 3 kes jî birîndar kirin.

Fermandarê pêşmergeyan yê herêma Mexmûrê (YNK) Xazî Feysel têkildarî êrîşê agahî da ajansa me. Xazî Feysel dazanîn êrîş şevê din di saet 12.00’an de li ser rêya sereke ya Mexmûr-Hewlêrê kemîn avêtine pêş welatiyên ji gundê Kendalê. Di encamê de 2 wesayîtên welatiyên herêma Mexmûrê ketine kemîna çeteyên DAIŞ’ê.

Her wiha dazanîn di encama kemînê de 3 welatî tên birîndarkirin û 2 kes jî berbi çiyayê Qereçoxê ve tên revandin.

Li gorî agahiyên ku Feysel Xazî daye navê welatiyên hatine birÎndar kirin wiha ne; “Femran Elî Bêrî, Îsmaîl Sedredîn û Hîmdad Mewlûdin.”

Her wiha welatiyên hatine revandin jî, Mam Bekir û Yusif Mihemed in.

Feysel Xazî diyar kir destpêkê 7 kes hatine revandin, paşê 5 kes ji wan serbest hatine berdan û rewşa birîndarek jî giran e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev herêm dibin kontrola hêzên pêşmerge yên PDK’ê de ne û bûyer li nêzî seytereya Gêçê ya PDK’ê rûdaye. Her wiha 5’ê Tebaxa 2021’an, li heman cihê ku êrîş pêkhatiye, DAÎŞ’ê 3 stûnên elektirîka giştî ya tê Mexmûrê teqandin û heya niha jî ceyrana Mexmûrê çênebûye.

Balkêşe êrîşên DAIŞ’ê di salvegera êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser navçeya Mexmûr û dîsa kampa Penaberan a Mexmûrê zêde bûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv