Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

DAIŞ hem li Sûrî û hem jî li Îraqê xwe bi rêxistin dike 15.01.2021

 

ÇETEYÊN DAIŞ’Ê XWE KOMÎ SER HEV DIKIN
DAIŞ HEM LI SÛRIYÊ HEM JÎ LI IRAQÊ XWE BI RÊXISTIN DIKE

DAIŞ’ê li Sûriyê li wîlayetên Dêra Zor, Reqa û Hamayê, li Iraqê jî li wîlayetên Kerkûk, Bexda û Enbarê carna hucreyên xwe xiste nava tevgerê.

Rojên dawî li Sûriyê jî êrişên xwe zêde kiriye.

Ji kanûna 2020’î û vir ve li Dêra Zorê 8, li Reqayê 8, li Hamayê 10, li Humsê 5 û li bejahiya Helebê jî 2 caran êriş kir.

Di roja dawî ya sala 2020’î de DAIŞ’ê êrişa xwe ya herî giran li ser rêya Palmîra û Dêra Zorê kir.

Di vê êrişê de ku li dijî konvoyeke leşkerên rejîmê hate kirin, herî kêm 28 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihand, rojên dawî li çola Hamayê di êriş û bombardûmana DAÎŞ’ê de bi dehan leşker û milîsên rejîmê hatine kuştin.

Lê sedema herî mezin a ku ruh bi DAIŞ’ê ve anî, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên il ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Di dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de gelek çeteyên li kampan derbasî herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bûn.

Berdevkê Çapemeniyê yê YPG’ê Siyamed Elî li ser êrişên DAIŞ’ê yên zêde dibin dibêje;

Hin hêzên li qada Sûrî, destûr dane ku DAÎŞ êrişan bike.

Piştî ku DAÎŞ li Baxozê hate têkbirin, bi taybetî li Bûkemalê, Dêra Zorê, Palmîra û Hamayê, komên DAÎŞ’ê man.

Ya rast, hin hêzan ji bo van piştre bi kar bîne, destûr dan ku li van herêman bimînin.

Siyamend Elî, stratejiya Rûsya û Îranê ji bo girtina navendên bajaran û hiştina sahrayan ku li van deran DAÎŞʼê xwe xurt kir, û êrişên Îsraîlê li ser hêzên Îran û Sûrî weke sedemên din nîşan dide.

Rojnamevan Nazim Daştan ku rewş û bûyerên li herêmê ji nêz ve dişopîne, dibêje;

DAIŞ ji binê erdê derdikeve ser rûyê erdê.

Em vê yekê weke rewşeke gelekî mezin nebînin jî dibe ku zorê li hevsengiyan bike.

Rojên bê, êrişên bi vî rengî dikare zêde bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv