Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dagirkeriya li Efrînê: Dewleta tirk a dagirker dixwaze demografiya herêmê biguhere

 

DAGIRKERIYA LI EFRÎNÊ
DEWLETA TIRK A DAGIRKER DIXWAZE DEMOGRAFIYA HERÊMÊ BIGUHERÎNE

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrînê bi pêkanînê xwe ve di nav hewildanên guhertina demografiyayê de ne.

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê Îbrahîm Şêxo li ser mijarê ji ajansa ANHA’yê re axifî.

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker li herêmê ji bo çeteyên xwe kampa avadike û got:

“Wargeha ku mîna gundekî ye, ji 300 malan pêk tê. Dixwazin di vê kampê de malbatên çeteyan bi cih bikin.

Îbrahîm Şêxo bi bîr xist ku li herêmê ev ne kampa pêşî ye ku ji aliyê dagirkeran ve hatiye avakirin û wiha pêde çû:

“El-Muntede û Saziya El-Îhsan bi hev re hevkar in û têkiliyên wan bi dagirkeriya Tirk re baş in. Nivîsgehên wan li Tirkiyê hene.”

Şêxo teqez kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya van projeya hewl dide demografiya kantona Efrîna dagirkirî biguhere.

Her wiha Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker van xebatan di bin navê alîkariyê de pêk tîne:

“Dewleta tirk van xebatan bi darê zorê û bi destê komên çete yên mîna Sultan Silêman Şah, Ehrar El-Şerqiye û Feyleq El-Şamê pêk tîne”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv