Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dagirkeriya hunerî jî weke dagirkeriya leşkerî ye

Hunermend Enwer Şêxanî di sala 2018’an de wiha gotibû: “Eger rojek artêşek biyanî were wê rojek yan piştî çend mehan heta çend salan jî be wê derbikeve û welat azad bibe. Ji bo wê divê hemû alî bizanin, dema ku çand hat dagirkirin êdî welatparêz û heskiriyên welat dikevin bin berpirsyartiyê de wek niha tê dîtin.”

Ya herî girîng ew e ku di nav kesan de nîzam û baweriya malbatê winda dibe. Bi hemû awayek bi rêya dramayên biyaniyan wan xwarin û armancên wan hebûn. Lê me çikir? Di serdema azadî û serbestî de çanda xwe xirabkir. Yên biyanî jî bi keyfa xwe em dagirkirin.

Bi salane hikumeta AKP’ê li dijî Herêma Kurdistan dagirkeriya hunerî pêktîne. Di asta leşkerî de jî hunermend û medyaya wî hewla dagirkirina Herêma Kurdistanê dide. Her roj bi şêweyek di aliyê hunerî de tiştekê dike.

Hilberînên medya yên serxweşker û drama model

Di destpêka dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Herêma Kurdistanê de PDK hevkariyek mezin li gel dewleta Tirk kir. Bi navê bernameyên pêşandanê gelek medyayên serxweşker vekir û ji bo Tirkiye bigihi armanca xwe xizmetek mezin kir.

PDK di destpêkê qenalên Zagros û Korek piştî wan Qenal 4 û qenalê Net TV, KurdMax û AVA vekir. Ji bilî van wî gelek stêrk ji bo medyaya serxweş hilberand. Bi vê rêyê xizmeta herî mezin ji armanca dagirkirina hunera Kurdî a dewleta Tirk re kir.

Van qenalan li gel xwe gelek bernameyên qenalên serxweşkerî yên Tirkiyê kopya kirine û bi zimanê Korî pêşkêşî bînerên Kurd kirin.

Medyaya serxweşker ziyanek mezin da rewşa civaka Kurd. Dewleta Tirk gihişt armanca xwe. Tevî berxwedanek xurt a qenal û medyayên din ên Kurd, lê armanca wî serî girt û qonaxa yekem a dagirkeriyê ziyanek mezin li peywendiyên civakî da.

Ev li ser medyaya serxweşker nimuneyeke, ti sudek nade bîneran tenê serxweş dike. Di vê yekê de armanca Tirkiye û PDK’ê hevbeşe, dewleta Tirk ji bo xelk ji hemû helwestên siyasî û netewî ye durxbixe kar dike. Heta dagirkeriya leşkerî hêsantir bike, PDK jî ji bo bikare baştir Herêma Kurdistanê qontrol bike û gendeliyek pere bi wê ve bîne kar dike.

Her çi parastina çand û hunera Kurdî erkeke, ev jî nayê wê wateyê ku çanda netewên din giringî neyê dayîn. Lê belê ti welat rê nade çanda wî ji aliyê welatên cîran ve were têkbirin. Li şûna wê desthilatdarên siyasî yên li Herêma Kurdistanê bi xwe ji bo têkçûna çanda xwe kar dikin.

Di qonaxa duwem a dagirkeriya hunerî de PDK bi rêya konser û keçên model dest bi xebatê kir. Medya û drama Tirkî jî şêweyê xwe guherandiye, êdî Kurd wek terorîst nîşan dide. Hunermendên nîjadperest vedixwînin Herêma Kurdistanê, PDK birêya wan konserê dide şagirtan.

Di qonaxa yekem de medyaya dewleta Tirk gerîla û şervanan wek teror dida nîşandan. Lê qonaxa di vê qonaxê de li ser hevalbendên xwe kar dikin. Di karê dawî yê dramayek di qenalê ATV ku ser bi AKP’ê weşan dike de êriş dike ser malbata Barzanî. Di drameyê de ji bilî vê êriş raste rast li ser malbata Barzanî û Mesud Barzanî bi xwe têkirin.

Di hema demê de carekî din tekîd dike ku di rastiyê de xwediyê xaka Herêma Kurdistanê dewleta Tirk e. Ev rastiyek a dagirkeriya çandî û hunerî ye ku dewleta Tirk bi hatina hikum ya Erdoxan re hatî destpêkirin. Niha karê wî ketiye qonaxek nû, medya û berpirsên PDK bi şermî helwestên xwe nîşandan. Lê nikarin cidî bibin û zû bêdeng bûn.

Niha PDK û serokê Hikumetê bi her awayî hevkariya dagirkeriya hunerî ya dewleta Tirk dikin. Ji bo ahengekî wek ahenga Zanîngeha Emerîka ya Dihokê ku Mesrur Barzanî serokatî dikir hunermendek nîjadperestê bi navê Mustefa Cecelî bang kiribû. Ji bilî vê di heman demê de bi dehan ahengsazên Tirk li klubên şevê yên Hewlêrê ne. Şevane aheng dikin ev jî dagirkerî û durxistina xelkê ya ji çand û hunera Kurdi ye.

Ev dagirkeriya hunerî a dewleta Tirk kêm zêde bandor kiriye. Eger pêşî lê neyê girtin wê di demê pêş de hîn zêdetir bandorê bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv