Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dagirkerê Rojava Nesir El Herîrî ji aliyê Mesûd Barzanî ve hat pêşwazî kirin 04.03.2021

 

NESIR EL HERÎRÎ LI HEWLÊRÊ BÛ
DAGIRKERÊ ROJAVA JI ALIYÊ MESÛD BARZANÎ VE HAT PÊŞWAZÎKIRIN

Gelê Kurd di dîroka xwe de gelek êş û azar dîtine..

Ji komkujiyan bigrin, heta koçberî, talan, wêranî û bêbextiyan..

Ji encama kambax a van bûyeran zêdetir, himbêzkirina berpirsên wan ji aliyê hin derdorên Kurd ve, hişt ku êşa gel zêdetir bibe..

Li Tirkiyê hêzeke binavê “Koalîsyona Sûrî” heye..

Ji roja pêşî ya avakirinê, her rêjîma Tirk destek daye vê hêzê û jê xwestiye ku êrişî Kurdan bike..

Ji bo ev daxwaz bicih werin jî bi hezaran çeteyên DAIŞ û El Nusra di bin navê cûda de kirin baskê leşkerî yên vê hêzê..

Ti carî hilweşandina rêjîma Sûrî yan jî şerê li dijî hukûmeta Şamê nebû armanca wan..

Yekane derdê wan ew bû ku ew ê çawa Kurdan qir bikin û warên wan jî dagir bikin..

20’ê Çileyê sala 2018’an bi hezaran çeteyên vê hêzê tevî artêşa Tirk êrişî Efrînê kirin..

Bi sedan Kurd kuştin.

Mal û milkên wan talan kirin.

Ew koçber kirin û bi ser de jî ti nişaneya Kurdbûyînê li vî bajarê Kurdan nehiştin..

Piştî vê êrişê bi salekê, ev hêza barbar vê carê berê xwe da Serêkaniyê û Girê Spî..

Û tişta ku bi serê Efrînê de anî, li van herdû bajaran jî dûbare kirin..

Ji kiryarên wan ên hov hin bûyer rû dan ku ew ê ti carî ji bîra Kurdan neçin..

Kuştina Barîn Kobanê li Efrînê û êşlencekirina bedena wê..

Kuştina siyasetvana Kurd Hevrîn Xelef li Eyn Îsayê…

Talankirina devera dîrokî Nebî Hûrî..

Qedexekirina ziman û sembolê Kurdî…

Revandina bi dehan jinên Kurd li Efrînê..

Diziya keda dehê salan ango zeytûnên Efrîniyan..

Û gelek mînak din..

Tevî ku ev rastî li holê ye jî îro berpirsên van komkujiyên li dijî gelê Kurd, mîna nûnerên rewa ên hêza opozîsyona Sûrî û weke siyasetvan li Başûrê Kurdistanê bi kêfxweşî têne pêşwazîkirin..

Yek ji berpirsên sereke ên dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî Nesir El Herîrî doh li Hewlêrê bû mêvanê serokê PDK’ê Mesûd Barzanî..

El Herîrî bi merasîmeke taybet û kêfxweş hate pêşwazîkirin..

Vê yekê di serî de gelê Rojava, rê li ber hêrsa Kurdan vekir..

HEVDÎTINA EL HERÎRÎ Û MESÛD BARZANÎ
ALDAR XELÎL: KESÊN WARÊN KURDAN WÊRAN KIRIN, MÎNA DÎPLOMAT KETIN HEWLÊRÊ

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl serdana El Herîrî ya ji bo Başûrê Kurdistanê bi van gotinan şîrove kir:

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku beriya 3 salan bi çend kîlometreyan dûrî Hewlêrê bûn. Ev çeteyên ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî wêran kirin, niha bi cil û bergên siyasî û dîplomatîk dikevin Hewlêrê.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê jî têkildarî heman mijarê daxuyaniyek da û wiha got:

Serdana şandeya binavê “Itîlafa Nîştimanî ya Sûrî” bi serkêşiya Nesir El-Herîrî ji bo Hewlêrê , wê zerareke mezin bigihîne doza Kurd.

Di heman demê de wê li pêşniya pêşxistina yekgirêziya hêzên Kurdî li Rojava bibe asteng.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv