Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dagirkeran li Efrînê 3 sivîlên din jî revandin

Li Efrîn a ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin, 3 sivîl ji heman malbatê ji aliyê çeteyên weke ‘polîsên leşkerî’ tên nasîn ve li gundê Xezewiyê ya Şêrewayê hatine revandin

Kiryarên der mirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li herêmên dagirkirî bi dawî nabin.

Çeteyên weke ‘polîsên leşkerî’ tên pênasekirin ji heman malbatê 3 kes revandin û birin cihekî nediyar.

Çavkarniyan anî ziman ku 3 kesê hatine revandin ji heman malbatê ne û ji gundê Xezzewiyê ya Şêrewa ya Efrînê hatine revandin.

Navê kesên hatine revandin wiha ne:  Eymen Mihemed Kêfo(28), hevjîna wî ya bi navê Binefiş (25) ku dayika 2 zarokan e û xwişka wî ya bi navê Novîn Mihemed Elî Kêfo (25).

Dagirkeran 23’ê Cotmehê parêzereke Kurd a bi navê Necah Umer Eros revandibûn.

Li gorî daneyên Rêxistinê Mafên Mirovan a Sûriye – Efrîn,  tevî revandina Binefiş û Novîn hejmara jinên li kantona Efrînê di meha Cotmehê de hatine revandin 2 jê temen biçûk bi giştî 16 jin hatine revandin, jina bi navê Nîemet Behcet Şêxo ya ducanî jî hatiye qetilkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv