Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Jin Nûçeyên Dawî

Dadgeha aktvîstên Jin û siyasetmedarên Kurd li Amedê

 

12 KES HATIN GIRTIN Û DILGEŞÊ 3 SALÎ JÎ TEVÎ DIYA XWE LI GIRTÎGEHÊ YE

Beriya 4 rojan li Amedê 18 siyasetmedar û aktivîstên jin hatin binçavkirin.

Ji wana 12 kes hatin girtin.

Di nava girtiyan de zarokek 3 salî jî heye.

Êvara cejna Remezanê li Amedê 18 siyasetmedar derxistin dadgeha Tirk.

Piraniya kesên derxistin dadgehê jî endam, rêveber û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad bûn.

Darizandina siyasetmedaran heta danê sibê dewam kir.

Dadgerên Tirk biryar dan ku 12 siyasetmedar werin girtin.

Piştre jî şandin girtîgehê.

Yek ji kesên ku hat girtin endama melîsa şaredariya Baglarê Gonul Aslan bû.

Gonul Aslan tevî kurê wê Dilgeş ê 3 salî şandin zindana Jinan a Amedê.

Dilgeş dema ku li dadgehê benda dayika xwe ye, dibêje ez dixwazim bi dayika xwe re herim malê..

3 zarokên Gonul Aslan hene û zarokeke wê bi nexweşiya gurçik ê ye.

 

Ev jî hatin dîtin

Bîlançoya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê – 07-09.05.2021

Stêrk Tv

Sîxurên rejîma Sûrî li xwe mukir hatin

Stêrk Tv

Li Efrînê çete tên bicih kirin

Stêrk Tv

Emîne Şenyaşar: Roja edalet pêk bê ji bo min roja dayîkan e

Stêrk Tv

Doza Cemîl Kirbayir bi hinceta demboriyê bi dawî bû

Stêrk Tv

Nameyên ku HDP’ê ji Gergerlioglu re şandin nehatin teslîm kirin

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!