Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dadgeha Tirk daxwaza girtina tecawîzkar Mûsa Orhan red kir

 

DADGEHA TIRK XELAT DA TECAWIZKAR
DAXWAZA GIRTINA TECAWÎZKAR MÛSA ORHAN RED KIR

Jina ciwan a 18 salî Îpek Er ji ber tecawiza eskerê dewleta tirk a dagirker Mûsa Orhan 18’ê Tebaxa 2020’an nameyek li pey xwe hişt û dawî li jiyana xwe anî.

Di serî de jin li ser nerazîbûna raya giştî eskerê tecawizkar hat girtin.

Lê piştî bi çend rojan bi fermana wezîrê karê derve Suleyman Soylu hat berdan.

Îro doza tecawîzkirina Îpek Er li dadgeha cezaya giran a 1’emîn a Sêrtê pêk hat.

Parêzer, malbata Er, parlamenterên HDP’ê, gelek baro û sazî beşdarî runiştinê bûn.

Tecawizkar Mûsa Orhan jî bi rêya dîmen tevlî dozê bû û daxwaza beraetê kir.

Parêzaran delîlên di destê xwe de pêşkeşî heyeta dadgehê kirin û xwestin bersûc were cezakirin û girtin.

Lê dadgeriya dewleta Tirk cezayekî wek xelatê da tecawizkar Mûsa Orhan.

Dadgeyê cezayê 10 salan da tecawizkar û bi îdîaya wê ji welêt nereve daxwaza girtina wî red kir.

Piştî biryarê li pêşiya dadgeha Sêrtê daxuyaniyek hat dayîn.

Parêzer Gûlan Çagin Kalelî nerazîbûn nîşanî biryara dadgehê da û got, em careke din dibêjin, emê dev ji vê dozê bernedin.

Parlementera HDP’ê Nûran Îmîr jî biryara dadgehê wek şermekê bi nav kir.

Nûran Îmîr got wê jin tu carê li ber vê zihniyeta faşîst û tecawizkar paş de gav neavêjin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv