DADGEHA MÛSILÊ CEZAYÊ DARVEKIRINÊ DA 4 CIWANÊN ÊZÎDÎ
ÊZÎDÎ LI DIJÎ BIRYARÊ LI ŞENGALÊ DAKETIN QADAN
26’ê Îlona 2020’an 2 ciwanên Ereb li ser rêya Til Izêr û Şengalê hatibûn kuştin.
4 ciwanên Êzîdî bi îdîaya ku ev sûc kirine hatibûn girtin.
Emrê 4 ciwanan jî ne 20 sal in.
Tevî vê yekê jî dadgeha Iraqê ya li Mûsilê cezayê darvekirinê li her çar ciwanan birî.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî bi daxuyaniyekê li ber vê biryarê rabû.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsê Xezal Reşo ve hat dayîn:
Xezal Reşo destnîşan kir, ku heta niha li çeteyên DAIŞ”ê yên jinên Êzîdî revandine û kuştine cezayê darvekirinê nehatiye birîn.
Êzîdî jî li dijî vê biryarê li navenda Şengalê daketin qadan.
Bi meşeke girseyî xwestin, ku cezayê darvekirinê yê dane 4 ciwanên Êzîdî bê betalkirin.