2’YEMÎN SALVEGERA ŞEHADETA DIYAR XERÎB
DABAN MIHEMED: XWE BEXŞÎ DOZA DIYAR XERÎB DIKIM
Endamê Konseya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb di 2’yemîn salvegera şahadeta xwe de hat bîranîn.
Bi boneya bîranîna Diyar Xerîb li taxa Bestiyarî ya bajarê Silêmaniyê ku lê mezin bûye merasimeke girseyî hat organîzekirin.
Di merasimê de li gel nunerên partiyên siyasî, rêxistin û saziyan hevrêyên şoreşger Diyar Xerîb û gelek kesên din jî amadebûn.
Yek ji beşdarên merasîmê ciwanê bi navê Daban Mihemed bû.
Daban Mihemed ê ku xelkê Ranyayê ye di axaftina xwe da zanîn ku ewê bibe şopdarê Şehîd Diyar Xerîb