Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
17:00 NûçeSîyasî

Çapemeniya Erebî

Parlemana Lîbyayê wê Erdogan û El-Serac bi kirêgirtina çeteyan sûcbar dike.

Malpera El-Erebiyê bi vê manşetê li ser dewstwerdana Tirkiyê ya ji bo Lîbyayê nûçeyek belav kir.

Serokê Komîteya Parastinê û ewlekariya Niştimanî ya Perlemana Lîbyayê, Telal El-Meyhûb derbarê mijarê de weha got:

Bi tawana ku ew çeteyên ji Sûriyê kirê dikin û dişînin Lîbyayê, ewê li dijî Erdogan û El-Serac li Meclisa Ewlekariya Navnetewî dozê vekin.

29 Çile du keştiyên leşkerî yên rêjîma Tirk li benderên Terablusê gelek çete û cebilxane daxistibûn.

Daxuyaniya bi vîdyoyê…..Sefîrê Lîbya li Nîjerê ji hikûmeta El-Serac veqetiya…

Ev jî manşeta SKYENEWSa erebî bû.

Sefîrê Lîbya li Nîjerê Ebdullah Beşîr, bi rêya vîdyoyekê ragihand ku ew ji hikûmeta El-Serac a girêdayî rêjîma Tirkiyê vediqete.

Beşîr got, Hikûmeta Serac rê dide destwerdana dagirkeriya hêzên derve li Lîbyayê û bi wan gotinan bal kişand destwerdana artêşa tirk a li Lîbyayê.

Beşîr biryara xwe wiha parve kir:

Ez ê ji niha û pêve piştgiriyê bidim artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ya li bin fermandariya Xelîfe Hefter.

Malpera Elhura li ser aloziya avakirina hikûmeta Iraqê nûçeyek deranî pêş.

Nûçe bi kurtî wiha ye:

Tevî ku Mihemed Tewfîq Elawî ji aliyê serok komarê Iraqê ve ji bo avakirina hikûmeta nû hatiye erkdarkirin jî, xwepêşandêr dibêjin Elawî jî yek ji çîna siyasî ya dizek e, û ew ê wî qebûl nekin.

Gelek çavdêrên siyasî jî Elawî pir nêzî Îranê dinirxînin û dibêjin, ew ê li gorî berjewendiyên Îranê tevbigere.

Ji destpêka operasyona leşkerî ya bejahî ve, ev cara pêşî ye ku hêzên rêjîmê bi qasî kîlometrekê nêzî otostrada M4 bûne.

Bi vê manşetê jî, malpera çavdêrgeha Sûriyê ya mafê mirovan li ser pêşdeçûna hêzên rêjîmê li herêma Idlibê nûçeyek belav kir.

Malper bibîr dixe ku ji 24 meha Îile ve, hêzên rêjîmê 54 gund û bajarokên herêma Idlibê bidestxistine.

 

Ev jî hatin dîtin

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv

17:00 Nûçe

Stêrk Tv