Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Cizîra Botan

 

14’ê Kanûna 2015’an dewleta Tirk li bajarên xwereveberiyê qedexeya derketina derve ragihand.

Ji wê rojê heta niha, ya di hişê herkesî de maye, gotinên Hevseroka meclisa Gel a Cizîrê Asya Yuksel e.

CIZÎRA BOTAN
LI DIJÎ DORPÊÇ, QEDEXE Û KOMKUJIYÊ SERÎ NETEWAND

Cizîra Botan…

Warê ku li dijî dorpeç, qedexe û komkujiyê serî netewandiye…

14’ê Kanûna 2015’an li Cizîra Botan qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.

Artêşa tirk bi sewqiyateke leşkerî ya mîna amadekariyeke ji bo şerekî mezin,nexweşxane,û razangehên xwendekaran veguherandin biryargehên leşkerî…

Ji roja yekem a qedexeyê şêniyên Cizîrê jî dest bi parastina taxên xwe kir.

Bi taybetî jî Jinên Botanî..

Artêşa Tirk a ku li hemberî berxwedana ciwanan têk çû û derbên giran xwar berê êrişên xwe dan gel.

Li Cizîrê di qedexeya 9 rojan a destpêkê de 21 welatî jiyana xwe ji dest dan.

Di dorpêça 79 rojan de, 259 kes hatin qetilkirin.

Cizîra ku 131 hezar nifûsa wê û 11 taxên wê hebûn, ji ketin û derketinê re hat girtin, xetên ceyran, telefon û înternetê hatin birîn.

3 hezar xaniyên li taxên Cûdî, Sûr, Yafes û Nûrê di êrişan de hatin xirakirin.

Hevserokên Meclîsa Gel Mehmet Tunç, Asya Yuksel, siyasetmedar û gelek kes di jêrzemînan de hatin şewitandin û qetilkirin.

Aysa Yuksel di roja 37’an a berxwedanê de axivî bû û ev peyam dabû dagirkeran.

Tevî van êrişên hovane jî xelkê Botanê li hemberî dijmin çok dananî.

Piştî qedexeyan li cihê ku gelek kesan jiyana xwe ji dest da xaniyên TOKÎ’yê hatin avakirin.

Malbatên ku berê xaniyên wan li wir bûn xaniyên TOKÎ red kirin.

Malbatên ku cenazeyên zarokên xwe hîn nedîtine di wê baweriyê de ne ku cenazeyên zarokên wan di bin wan tokiyan de ne.

Piştî qedexe bi dawî bû, li gelek kuçe û kolanan nokteyên kontrolê hatin danîn.

Ji aliyek dinê ve jî qedexeyên Walîtiya Şirnexê xilas nabin, qedexe li ser qedexeyan îlan dike.

Bi tevî vê piştî qedexeyan li dijî jin û ciwanan jî polîtîkaya taybet ên şer hatin meşandin.

Lê xelkê Botanê bi taybet Cizîrê ku, di dema berxwedana rêveberiyên xweser de berxwedaneke

dîrokî kirin, wê berxwedana xwe niha jî li hemberî polîtîkayên taybet dewam dikin.

 

 

 

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv