Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CiwanJinên CiwanNûçeyên Dawî

Ciwanên Qamişlo û Hesekê pêngava KCK’ê a li dijî Tecrîd û faşîzimê bi çalakiyên xwe silav kirin

 

Bi sedan jinên ciwan ên bajarên Hesekê û Qamişlo li dijî tundiya li ser zarok û jinan de bi dirûşma `Na ji tundiyê û dagirkeriya Tirk re` meşiyan.

Jinên ciwan di çalakiya xwe de banga azadiya rêber Abdullah Ocalan jî kir.

Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo û Hesekê pêngava “bese ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye” ku ji aliyê KCKê ve hat destpêkirin silav kirin.

Meşa li qamişlo ji çerxerêya Şehîd Rûbar hat destpêkirin.

Di meşê de balkişandin ser tundî û kuştina jinan.

Piştî meşê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li ser navê jinên ciwan Tolîn Reşîd daxuyanî xwend.

Bi pêşengiya jinên ciwan li bajarê Hesekê jî meşek hat lidarxistin.

Di meşê de balkişandin ser tûndiya dewleta tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî

Endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Rosîm Mihemed Hisên daxuyanî xwend û îşaret bi sûcên li dijî zarokan li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kiriye.

Li dijî êrişên dagirkerî, taciz, tecawiz û kuştina jinan banga têkoşnê li ciwanan hate kirin.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv