Ciwanên Şengalê ji bo piştgiriya xwe ji bo namzetê PADÊ Şêx Semîr nîşandin, maçek futbolê lîstin. Ciwanan banga piştgiriyê ji bo Şêx Semîr kirin.
Ji bo hilbijartina pêşwext a parlementoya Iraqê sê roj man. Bi boneya piştgiriya ji bo namzetê Partiya Azadiya Demokratîk ya Êzidiyan (PADÊ) Şêx Semîr ciwanên Şengalê maçek futbolê lîstin.
Maça futbolê li navenda Şengalê dûh di saetên êvarê de pêkhat. Du tîmên futbolê yên Şebab Til Izêr û Şerka Borik hatin beramberî hev.
Di encama maça futbolê de tîma Şerka Borik bi 4:2 bi serket.
Piştî maça futbolê xelat û diyariyên lîstikvanan ji aliyê heyeta li ser navê PADÊ û Meclîsa Xweseriya Demokratîk MXDŞ amadebû ve hate dayîn.
Cîwanê bi navê Elî Esaf ku endamê tîma futbolê ya Borîk bû û di maçê de cihê xwe girtîbû ji ajansa mere axivî û got; “16 tîm bûn. Em heya îro jî hatin. Em spasiya Şêx Semîr jî dikin ku ji mere dewre vekiriye. İnşallah Semîr serkeftî be. Berê 2 dewre li sinunê jî hatîbû vekirin. Me wan herduyan jî serxist. Rakîbê me jî îro Til İzêr bû. Maça me gelek xweş derbasbû.”
Esaf spasiya PADÊ kir ku ji bo ciwanên Şengalê derfetên sporê peyda dike û piştgirî dide ciwanan. Esaf hêvî xwest ku namzetê PADÊ di hilbijartinê de bi serkeve.
Ciwanê bi navê Enver Zaîm jî got bi taqima Til İzer re tekoşîn kirine û bal kişand ser serkeftina takima xwe û wiha pêde çû; “Em 16 tîm bûn. Me hemû serxist. Em bûn yekemîn. Em ji Şêx Semîr jî spas dikin ku piştgiriya ji bo me û hêvî dikin ku PADÊ serbikeve. Em dixwazin zêdetir derfetên wiha ji mere bê dayîn.”