Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ciwanên Raperîn: ‘Bêdengiya Hikumeta Herêmê ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî şermek mezin e’

 

Ciwanên Raperîn li dijî bikaranîna çekên kîmyawî yên ji aliyê artêşa Tirk ve daxwaz kirin ku giliyê Tirkiyeyê were kirin û diyar kirin ku divê gelê Kurd bi yek dengî helwest nîşan bidin û bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlamentoyê weke şermek mezin pênase kirin.

Ji 23’yê Nîsanê de dewlet Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê de nêzî 300 caran çekêm kîmyawî bikar aniye.  Li Herêma Kurdistanê bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyawî berdewam dike ku bi rojane dewleta Tirk li dijî gerîlayên azadiyê bi kar tîne. Di vê çarçoveyê de ciwanên Îdareya Raperîn ji Rojnews’ê re axivîn.

Behroz Newroz bal kişand li ser binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û got: “Bikaranîna çekên kîmyawî yek ji wan karên nemirovane ye ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî Kurdan bikar tîne û welatên bi hêz jî li hember bêdengî hilbijartîne. “

Behroz Newroz bang li gelê Kurd kir ku li dijî bikaranîna çekên kîmyawî bibe xwedî helwest û bêdeng nemînin û wiha domand: “Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyawî gavên pratîkî werin avêtin.”

Armanc Mihemed dazanîn ku dewleta Tirk a dagirker wê qet negihî amranca xwe ku dixwaze bi gelê Kurd qir bike û tine bike û got: “Dewleta Tirk bi awayek mezin şikestiye, lewma çekên kîmyawî bikar tîne. “

Armanca Mihemed bal kişand ser bêdengiya hikûmet û parlamentoya Herêma Kurdistanê ya li beramberî bikaranîna çekên kîmyawî û wih domand: “Ji bo hikûmet û parlamentoya Herêma Kurdistanê şermezariyek mezine ku çend sal in dewleta Tirk êrişî dike ser Başûrê Kurdistanê û welatiyên sivîl şehîd dixe, darên ter  dibire, lê ew bêdeng in. Lewma daxwazê dikim ku hikûmeta Herêma Kurdistanê êdî li ser vê mijarê bêdeng nemîne.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv