Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ciwanên li Başûr ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibûn revandin, birin Tirkiyeyê

Ciwanên ku ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve li Herêma Biradostê hatibûn revandin, şandin baregehek leşkerî ya li Bakurê Kurdistanê.

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker di 30’ê Kanuna 2021’an de dû ciwanên bi navê Ekrem Xelîl Zikrî û Zêdan Nebî Mistefa ên xelkê gundê Dayla ya ser bi bajarokê Sîdekan ya ser bi Herêma Biradost a ser bi Hewlêrê revandibûn.

Li gorî agahiyên ketine destê me, leşkerên Tirk her dû ciwanan ji Başûrê Kurdistanê revandine û birine Bakurê Kurdistanê. Tê gotin her dû ciwan niha li baregehek leşkerî ya li Şemzînan ya Bakurê Kurdistanê têne ragirtin.

Tevî 4 rojin her dû ciwan di nava xaka Başûrê Kurdistanê de ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatine revandin, lê heya niha jî Hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê mijarê de ti helwest yan jî daxuyaniyek nedaye.

Dewleta Tirk jî heya niha derbarê girtina ciwanan de ti daxuyaniyek belav nekiriye.

(nr)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv