Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ciwanên Kurd û Enternasyonalîst 6 roj in ji bo azadiya Rêber APO dimeşin

 

6 rojin nêzî 100 ciwanên Kurd û Enternasyonalîs ji bo balê bikişînin ser komploya 15’ê Sibatê li Almayayê dimeşin.

Ciwanên ku xwe doh gihandin bajarê Mannhaîm çûn ser gora Ronahî û Bêrîvan.

Ji çalekgeran Alex, Marta û Nicole yên ji Televîzyona me re axivîn û gotin em gelek kêfxweşin ku beşdarî meşê bûne.

Her wiha jinên ciwan dibêjin ew ji bo cîhanek wekhev ew li gel tekoşîna gelê Kurd in.

CIWANÊN KURD Û ENTERNASYONALÎST 6 ROJ IN DIMEŞIN
RONAHÎ Û BÊRÎVAN LI SER GORA XWE HATIN BIBÎRANÎN

Meşa dirêj a bi pêşengsya Tevgera Ciwanên Kurd û TEKO-JIN’ê ku destpêkir berdewam dike.

Di roja 5’an de rawestgeha çalakvanan bajarê Mannhaîm bû.

Çalakgerên meşa dirêz li Mannhaîmê mitîigek pêk anîn.

Piştî çalakiyê çalakger çûn ser gora Nirgûl Yildirim binasnav Bêrîvan û Bedriye Taş binasnav Ronahî yên ku di 21’ê Adara sala 1994’an de agirberdan bedena xwe û ew bi bîranîn.

Di bîranînê de li ser navê YJK-E’yê Delal Rûbar axivî û Bêrîvan û Ronahî bibîr anî û got:

Weke Rêber Apo gotî; ‘Eger ku azadî wisa hesan ba Bêrîvan û Ronahî bedena xwe ne didan ber agir’. Bêgoman em ê têkoşîna wan bidomînin. Ewê her rêya me ronahî bikin.

CIWANÊN KURD Û ENTERNASYONALÎST 6 ROJ IN DIMEŞIN
JINÊN CIWAN: AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

Çalakgerên meşa dirêj ku ji welatên cur bi cur beşdarî meşê bûne ji kemerayên me re axivîn.

Jinên ciwan gotin ew ji bo azadiya jin û hemû beşên civakê ketine ser rê û daxwaza azadiya rêber Abdullah Ocalan dikin.

Navê min Alex’e, ez ji Ekvatorê me, ez endama Biloka emerîkaya latîn ya Berlînê me.

Ez li virim ji ber tekoşîna Kurdan ji bo min îlhameke.

Ji bo welatên Abya Yala têkoşîna Kurdan, mînaka berxwedan û çavkaniya îlhamê ye.

Bi taybetî jî pêşengiya jinan û antîkapîtalîstan ji bo demokrasiya civakî Îlhameke.

Ez pir kêfxweşim ku cihên wiha yên komkirina Enternasyonalîstan heye.

Em li Ekvador, Abya Yala û cîhanê de li gel hevin.

Em ji bo azadiya heval Apo ragihînin li virin

Navê min Marta ye, ez ji Katalanya yê me.

Ez difikirim ev têkoşîn pir giringe, ji ber ku ne tenê aliyê şêwe yê tekoşînê guherî.

Ya rast awayê îdeoloya faşîzmê; em hilweşînin.

Azadiya ji bo Abdullah Ocalan paradîgma wî ji bo hemû cîhanê pir girîng e

Silav: Ez Nicole ji tevgera feministan a “Bi hevra Şer bikin”.

Ez îro li ser navê tevgera xwe ji bo Azadiya Abdullah Ocalan tevlê vê meşa dirêj bû me.

Tevgera me ji bo azadiya cinsî û xweseriya demokratîk têkoşîn dike.

Ji bo me Abdullah Ocalan jibo fikra Femînîzmê fîlozofek mezin e. Ji bo wê em bi tevgera jinên Kurd re û tevgera azadiya Kurdistanê re û bi Abdullah Ocalan re nav pişgirtiyê de ne.

Jibo wê em keyfxweşin ku îro divê çalakiyê di cih digirin.

Em gelek keyfxweşin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan bi rêhevalên me yê Kurd re bi hevra têdikoşin.

Em disa bi hevra jibo azadiya cinsî li hemû cihanê bi

 

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv