BERTEKÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
CIWANEN HESEKÊ LI DIJÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK MEŞIYAN
Li Rojavayê Kurdistanê di pêşengiya ciwanan de li dijî dagirkeriyê çalakî tên lidarxistin.
Li bajarê Hesekê di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de ciwan meşiyan.
Meşa ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatî organîzekirin ji taxa Muftî heya navenda bajar dewam kir.
Şêniyên herêmê jî eleqeyek mezin nîşanî meşa ciwanan dan.
Di meşê de êrişên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê hat şermezarkirin.