LI DIJÎ ÊRÎŞ Û DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
CIWANÊN BAŞÛR: EM AMADENE LI GEL GERÎLA ŞER BIKIN
Li başûrê Kurdistanû, Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Jinên Ciwan ên Tekoşer li Qendîlê Pêngava Seferberiya Heftanînê ragihand.
Di derbarê kampanya Seferberiya Heftanîn de, Endama Jinên Ciwan ên Tekoşer Lara Ebbas ji ANF’ê re axivî û got
“Em amadene li gel gerîla li dijî dagirkeriya dweleta tirk şer bikin axa xwe biparêzin.”
Di derbarê pêngava Seferberiya Heftanînê de, Endama Jinên Ciwan ên Tekoşer Lara Ebbas got:
Ev pêngav ji çend xalan pêk tê.
Komek ciwan amadene biçin axa xwe biparêzin, piştigirî bidin gerila, li hember dagirkeriya Tirk rawestin.
Lara Ebbas, têkildarî pêngava duyemîn jî ev tişt anî ziman:
Pêngava duyemîn jî bo artêşa tirk ji axa Başûr û Irak derbikeve, destpêkirina kampanyaya îmzaya ne.
Ebbas destnîşan kir ku pêngava sêyêmîn boykot kirina kel û pelên Tirkî ye.
Herî dawî Lara Ebbas ev bang kir: Gelê me bila kel û pelê Tirkî nekirin. Ji ber ku kirîna malên tirk weke gule û bombe li zarokên Kurdistanê bedigere.
Hûn dikarin li ser li ser vî lînkê piştgirî bidin kampanyayê: Change.org